Kayıtlar

Kasım, 2020 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

PKK pîr nabe

Resim
Beriya bi 42 salan Partiya Karkerên Kurdistan PKK hat avakirin. Damezirandina PKK'ê bi rewşa Kurd û Kurdistanê re têkildar bû. Eger em li 42 sal berê vegerin, di wê demê de navê Kurd û Kurdistanê li meydanê tine bû. Bi dehan raperîn û serhildanên Kurdan bi komkujiyan hatibûn tepisandin. Ji bo ku Kurdan tine bikin gelek komkujî hatin kirin. Li Dersim, Qoçgirî, Geliyê Zîlan, Newala Qesaba, Helebce, Roboskî û dehan bûyerên bi vî rengî. Kurd bi awayekî komî hatin qetilkirin. Pêşeng û Rêberên Kurdan hatin darvekirin û tirbên wan jî hatin tinekirin. Ji bo ku navê Kurd û Kurdistanê ji meydanê rakin dehan peymanên navnetewî çêkirin. Piştî ewqas êş û azaran kesî nema karîbû navê Kurd û Kurdistanê anîba ziman. Tam jî di wextekî wiha de PKK daket meydanê. Çend şoreşger li Enqerê hatin cem hev û ji wê derê jî berê xwe dan Kurdistanê. Pêşengê vê koma ciwanan jî Rêber Apo bû. Rêber Apo û hevalên wî yên xwendekar rewşa Kurd û Kurdistanê baş fêmkiribûn û ji bo vê qederê biguherînin ketin nava tevg...

Dinya ne bi dorê ye

Resim
Beriya bi 16 salan vî wextî zarokê 12 salî Ûgûr Kaymaz û bavê wî Ahmet Kaymaz li navçeya Qoserê ya Mêrdînê li pêşiya mala xwe hatin qetilkirin. Yên ev yek kirin polîsên dewletê bûn. Ûgûrê 12 salî bi 13 guleyan qetil kirin. Dema ku ev bûyer pêk hat rayedarên AKP'ê qaşo nerazîbûn nîşan dan. Her wiha parlementerên xwe şandin Qoserê û lêkolîn kirin. Lê encam berovajî bû. Ji ber ku Ûgûr Kaymaz kirin terorîst û polîsên kujer jî nehatin cezakirin. Piştî qetilkirina Ûgûr Kaymaz jî cinayet û komkujiyên desthilatdariya AKP'ê zêde bûn. Erdogan piştî bi demekê li Amedê axivî û got; jin be zarok be ferq nake, çi pêwist be wê bê kirin. Bi vê fermana Erdogan re polîsên wî jî ketin nava tevgerê. Li dijî jin û zarokan komkujî kirin. Li gorî raporan di dema desthilatdariya AKP'ê de 875 zarok li bakurê Kurdistan û Tirkiyê hatin qetilkirin. Şîdet, tacîz û destavêtina jinê jî derket asta herî jor. Di nava 18 salan de li Tirkiyê 7 hezar û 500 jin hatin kuştin. Bûyera dawî ku em behsa wê bikin jî...

Sedema şer tineye

Resim
Çend hefte ne PDK'ê êrişek li dijî PKK'ê daye destpêkirin. Ev êriş bi daxuyanî, peyam û gotinan mezin dibe. Yanî mirov kare bêje li ser çapemeniyê şerê xwe dane destpêkirin. Wekî ku PKK nû hatibe avakirin gotinan dikin. Di destpêka salên 1990'î de heman gotin û daxuyanî di televizyonên Tirkan de hebûn. Îro jî heman awayî ango piştî bi 30 salan çapemeniya PDK'ê dike. Li ser avabûn û felsefeya PKK'ê diaxivin. Ji axaftinê jî wêdetir tenê heqaretan dikin. Bi vê yekê re civakê ji şerekî mezin re amade dikin. Li Tirkiyê jî heman tişt çêbûn. Demekê ji bo PKK'ê gotinên herî xerab hatin bikaranîn. Lê dema ku hevdîtin bi Rêber Apo re dihat kirin ew ziman hat guhertin. PKK çi ye û ji bo çi hat avakirin îro her kes dizane. Ji Arjantînê heta Kanadayê hema bêje her kesî bihîstiye bê PKK çi ye. Lê xuya ye ku li nîvê Kurdistanê ango li Hewlêr, Zaxo û Duhokê PKK nehatiye bihîstin. Çima ez vê dibêjim, ji ber ku PDK û çapemeniya xwe bi vî rengî tevdigerin. Her roj daxuyaniyan didi...

Çend Kurdistan hene?

Resim
Di van rojan de li cîhanê çend bûyerên girîng qewimîn. Li Emerîkayê hilbijartin pêk hat, li Fransa û Awûstûryayê çeteyên Erdogan komkujî kirin. Ev herdu mijar jî Kurdan eleqedar dikin. Lê ya ku yekser bi Kurdan re têkildar e daxuyanî û kirinên PDK'ê ne. Beriya bi 3 rojan serokê PDK'ê Mesûd Barzanî daxuyaniyek da û PKK wekî hêzeke dagirker bi nav kir. PDK'ê jî di daxuyaniya xwe ya dawî de êrişî Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat kir. Li vê derê dixwazim tespîteke ku Besê Hozat ji bo PDK'ê kiriye bêjim. Besê Hozat dibêje pirsgirêka heyî di navbera PDK'ê û Kurdan de ye. Ev tespîteke ku bala min kişand û dixwazim ji wê derê werim. Di van salên dawî de daxuyanî û axaftinên rayedarên PDK'ê li ser PKK'ê zêde bûn. Beriya bi çend mehan Serokê Hukûmeta herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku divê PKK ji başûrê Kurdistanê derkeve û biçe bakurê Kurdistanê. Bakurê Kurdistanê jî wekî Kurdistana Bakur bi nav dike. Yanî devera ku ew lê ye Kurdistan e û...