PKK pîr nabe
Beriya bi 42 salan Partiya Karkerên Kurdistan PKK hat avakirin. Damezirandina PKK'ê bi rewşa Kurd û Kurdistanê re têkildar bû. Eger em li 42 sal berê vegerin, di wê demê de navê Kurd û Kurdistanê li meydanê tine bû. Bi dehan raperîn û serhildanên Kurdan bi komkujiyan hatibûn tepisandin. Ji bo ku Kurdan tine bikin gelek komkujî hatin kirin. Li Dersim, Qoçgirî, Geliyê Zîlan, Newala Qesaba, Helebce, Roboskî û dehan bûyerên bi vî rengî. Kurd bi awayekî komî hatin qetilkirin. Pêşeng û Rêberên Kurdan hatin darvekirin û tirbên wan jî hatin tinekirin. Ji bo ku navê Kurd û Kurdistanê ji meydanê rakin dehan peymanên navnetewî çêkirin. Piştî ewqas êş û azaran kesî nema karîbû navê Kurd û Kurdistanê anîba ziman. Tam jî di wextekî wiha de PKK daket meydanê. Çend şoreşger li Enqerê hatin cem hev û ji wê derê jî berê xwe dan Kurdistanê. Pêşengê vê koma ciwanan jî Rêber Apo bû. Rêber Apo û hevalên wî yên xwendekar rewşa Kurd û Kurdistanê baş fêmkiribûn û ji bo vê qederê biguherînin ketin nava tevgerê.
Pêşî bi navê Apociyan hatin naskirin. Lê bi demê re navê PKK'ê jî li dîroka Kurdan zêde bû. Bi derketina PKK'ê re lembeyek ji Kurdan re vebû. Kurdên ku di bîr û baweriya Kurdistanê de bûn xwe nêzî PKK'ê kirin û xebitîn. Bi taybetî tevlîbûna xwendekaran zêde bû. Xwendekar, mamoste û rewşenbîran xwe nêzî PKK'ê kirin. Ji ber ku gotin û kirinên PKK'ê hev digirtin vê yekê baweriya xelkê bi tevgerê re zêdetir kir. Çend ciwanên ku temenên wan 20-25 salî bû ji bo Kurdistanê ketibûn rê û hêviyek mezin didan gel.
Dewleta Tirk ji bo ku PKK'ê tine bike kadroyên wê avêtin zindanê. Li zindanan ew qetil kirin û êşkenceyên hovanê bi serê wan de anîn. Lê ev ciwanên ku hêviyên wan ji temenê wan mezintir bû baweriyek mezin dan gel. Li zindanê serî netewandin û li çiyayan dest bi şerê çekdarî kirin. Ji bo ku heyfa dehan komkujiyan hilînin dest bi çalakiyan kirin. Kurdên ku heta wê demê nekarîbûn li dijî Dewleta Tirk dengê xwe derxînin û ji xwe direviyan vê carê jî li dijî Dewletê şer dikirin. Ji 15'ê Tebaxa 1984'an şûnde gerîla ketin nav gund û bajaran. Bi vê yekê re tevlîbûna nav refên gerîla zêde bû. Gerîlayên di şerê li dijî dagirkeriyê de şehîd dibûn ji bo wan serhildan çêbûn. Di van serhildanan de jî keç û xortên Kurd berê xwe didan çiyayên Kurdistanê.
Êdî çiyayên Kurdistanê bibû xilasiya ji zilma Dewletê. Ew çiyayên ku ji destpêka dîrokê ve bibû stargeha Kurdan. Li deşt û zozanan, li çiya û bajaran navê PKK'ê hilat. Ji bo doza Kurd û Kurdistanê şoreşgerên ku derketibûn ser rê hejmara wan gihîşt milyonan. Ji Amed heta Qamişlo, ji Mahabad heta Hewlêrê navê PKK'ê û hebûna wê hat bihîstin. Dewleta Tirk dît ku vê tevgera azadiya Kurdistanê nikare tine bike serî li Ewrûpa û Amerîkayê da. Ji bo ku PKK'ê tine bikin li Ewrûpayê li dijî xebatkarên wan dest bi komployan kirin û PKK xistin lîsteya rêxistinên terorê. Almanyayê di sala 1993'an de xebatên PKK'ê li welatê xwe qedexe kirin. Dewleta Tirk jî bi tankên Alman li Kurdistanê komkujî kirin. 4 hezar gundên Kurdan şewitandin, vala kirin û 17 hezar welatparêzên Kurd revandin û qetil kirin. Ev yek bi hevkariya Ewrûpa û Amerîkayê pêk hat. Ewrûpiyan sîleh firotin Dewleta Tirk ji bo ku Kurdan qetil bike. Ev yek hê jî dewam dike. Yek ji sebebê ku Dewleta Tirk Kurdan qetil dike ew bi xwe ne. Ji ber ku çavê xwe li qetilkirin û girtina Kurdan digrin. Rê didin Dewleta Tirk ji bo ku bajarên Kurdan dagir bike.
Dewleta Tirk û hevkarên wê rê û rêbazek nema ku li ser PKK'ê û Kurdan neceribandin. Ew li bendê bûn ku piştî dehan raperîn û serhildanên din ên Kurdan PKK jî tine bibe. Rêber Apo girtin çênebû. Sed hezaran Kurd avêtin zindanan lê dîsa jî çênebû. 50 hezar şehîdên vê dozê çêbûn lê dîsa jî têk neçû û bi dawî nebû. Rêber Apo ji bo PKK'ê digot çîrokek bê dawî ye.
Îca em ji 42 sal û şûnde li niha vegerin. Wê bê dîtin ku PKK'ê çawa rihekî şoreşgerî da Kurdan. Bi PKK'ê re Kurd fêrî berxwedanê bûn. Jin bûn îradeya esasî û Kurd jî bûn hêzeke diyarker. Di nava 42 salan de gelek kes hatin û çûn, kesên digotin emê PKK'ê biqedînin ew bi xwe qediyan. Di encamê de hat dîtin ku PKK naqede û pîr nabe. Îro jî li cîhanê tenê PKK maye ku şoreşger û enternasyonalîst xwe lê digrin û têdikoş in. Ne tenê ji bo doza Kurd û Kurdistanê, çi kesên ku doza azadiyê dikin îro li cem PKK'ê ne.
Aslan ASLAN
https://kurmanci.ozgurpolitika.com/nuceya-pkk-pir-nabe-7393/
Yorumlar
Yorum Gönder