Parsekî
Li Tirkiyê qeyraneke aborî, siyasî û civakî heye. Lê ya ku herî zêde dikeve rojevê qeyrana aborî ye. Ji bo ku em zanibin ev qeyran ji ku derê tê divê em li sedemên wê binêrin. Ya destpêkê ji ber polîtîkayên şer ên Dewleta Tirk e. Erdogan berê xwe daye Iraq, Sûrî, Lîbya û Ermenistanê û çeteyên xwe yên kirêkirî dişîne van deveran. Ji bo xwedîkirina van çeteyan jî pereyekî zêde lazim e. Ev pere jî ji bêrîka gel derdikeve û diçe ji çeteyan re. Lê niha di bêrîka gel de jî tiştek nemaye, lewma di van rojan de ti qîmeta lîrayê Tirk nemaye. Mesela di sala 2014'an de ku wê demê destpêka derketina çeteyan bû lêçûnên Artêşa Tirk 50 milyar bû. Ji wê demê heta niha ev butçe derket 200 milyarî. Dema ku Erdogan berê xwe da Sûrî çeteyên kirêkirî amade kirin. Li gorî agahiyan Erdogan pereyan dide 35 hezar çeteyan. Her meh 300 dolarî dide çeteyekî. Dema ku ev çete tên kuştin jî pere didin malbatên wan. Bi vî rengî her tim di destê Erdogan de çete hene û wan dişîne deverên ku dixwaze dagir bike.Li aliyê din kêf û şahiya Erdogan e. Pereyê ku Erdogan mehane distîne 88 hezar lîrayê Tirk e. Ji bilî wê zêdetirî 4 milyar jî dikeve qaseya wî ya serokomariyê. Ev pere bi ku de diçe û çi jê dike jî nediyar e. Wekî din 14 balafirên wî hene. Qesra ku lê rûdinê 268 erebeyên wê hene. 130 hezar erebe jî di bin xizmeta wî de ne. Rojek mesrefa qesra Erdogan 4 milyon û nîv lîrayê Tirk e. Mesrefa ku Erdogan û malbata wî dike hed û hesabê wê tineye. Lê tişta ecêb ew e ku tevî vê yekê parsekiyê dikin. Beriya bi çend rojan şirîkê wî Bahçelî xwest ku her kes nanekî zêde bikire û bide feqîran. Yanî parsekiya nan kir. Herî dawî jî Erdogan bi xwe çay li xelkê belav kir. Yek nan dixwaze, yê din çayê belav dike. Lê dema ku kesek radibe û dibêje nan tineye em bixwin nabihîsin.
Di nava 2 salên dawî de li Tirkiyê bi dehan kesî ji ber qeyrana aborî xwe şewitandin û dawî li jiyana xwe anîn. Ev hejmar roj bi roj zêde dibe. Îro li Tirkiyê feqîrî zêde bûye û buhayê her tiştî giran bûye. Kesên feqîr û xizan ketin rewşeke xerabtir. Lê yên dewlemend ango alîgirên Erdogan û Bahçelî şeş û bêş lê dixin. Li aliyekî hejmara bêkaran 10 milyonî derbas kiriye. Li aliyê din 50 hezar esnafî dikanên xwe girtin. Rewşeke wilo xerab heye û milet nema kare debara xwe bike. Di nava civakê de nerazîbûnek bêdeng heye. Di vê rewşê de diviyabû raperîn an jî serhildaneke mezin çêbûya. An jî diviyabû kesî dengê xwe nedabûya Erdogan û Bahçelî. Eger em li destpêka salên 2000'î vegerin wê demê Bulent Ecevît serokwezîrê Tirkiyê bû. Partiya wî DSP li Tirkiyê ya yekemîn bû û rêjeya dengê wî ji sedî 22'yan zêdetir bû. Lê tam di wê demê de li Tirkiyê qeyraneke aborî derket. Li dijî vê qeyranê jî karker, kedkar, cotkar û karmend ketin rewşeke xerab. Ji ber vê yekê di hilbijartina 2002'an de welatiyên Tirkiyê dengê xwe nedan partiya Ecevît û rêjeya dengê wî daket sedî ji yekê. Bi vî rengî neket meclisê û dawî li desthilatdariya wî hat. Piştî Ecevît jî Erdogan hat ser desthilatdariyê. Dema ku Erdogan û ekîba wî hatin jî xwe nepixandin û wekî yên beriya xwe gelek soz dan xelkê. Lê ew sozên wan di demeke kin de bûn toz. Wekî Ecevît heman tişt îro dikare were serê Erdogan jî. Îro civaka Tirkiyê dizane ku Erdogan û Bahçelî ji bo desthilatdariya xwe hene. Ji bo xizmeta gel tiştek nekirine. Tişta ku dane civakê şer, feqîrî, alozî û mirin e.
Di hemû karesat û felaketan de jî ev desthilatdariya faşîst ne li cem gel bû. Dema ku erdhejek çêdibe pereyan ji gel dixwaze. Herî dawî di nexweşiya vîrusa corona de jî li şûna ku alîkariya gel bike, alîkarî ji gel xwest. Erdogan wê demê bi parsekî xwest ku karmend meaşên xwe yên 7 mehan bidin kampanya alîkariyê. Lê ewqas balafir, qesir, mal û milkê wî hene û qet xwe nelivand.
Gotina dawî; divê êdî ev desthilatdariya diz û talanker bi pere û dengên me nikaribe hebûna xwe bidomîne. Nerazîbûna bêdeng jî bi dawî bibe.
https://kurmanci.ozgurpolitika.com/nuceya-parseki-6249
Yorumlar
Yorum Gönder