Çend Kurdistan hene?



Di van rojan de li cîhanê çend bûyerên girîng qewimîn. Li Emerîkayê hilbijartin pêk hat, li Fransa û Awûstûryayê çeteyên Erdogan komkujî kirin. Ev herdu mijar jî Kurdan eleqedar dikin. Lê ya ku yekser bi Kurdan re têkildar e daxuyanî û kirinên PDK'ê ne. Beriya bi 3 rojan serokê PDK'ê Mesûd Barzanî daxuyaniyek da û PKK wekî hêzeke dagirker bi nav kir. PDK'ê jî di daxuyaniya xwe ya dawî de êrişî Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat kir. Li vê derê dixwazim tespîteke ku Besê Hozat ji bo PDK'ê kiriye bêjim. Besê Hozat dibêje pirsgirêka heyî di navbera PDK'ê û Kurdan de ye. Ev tespîteke ku bala min kişand û dixwazim ji wê derê werim. Di van salên dawî de daxuyanî û axaftinên rayedarên PDK'ê li ser PKK'ê zêde bûn. Beriya bi çend mehan Serokê Hukûmeta herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku divê PKK ji başûrê Kurdistanê derkeve û biçe bakurê Kurdistanê. Bakurê Kurdistanê jî wekî Kurdistana Bakur bi nav dike. Yanî devera ku ew lê ye Kurdistan e û Kurdistanek jî li bakur heye. Tam li gorî dagirkeran tevdigere. Ew sînorên ku dagirkeran daniye qebûl dike û li hesabê wî tê. Ez li vê derê jê dipirsin ma gelo çend Kurdistan hene ? Me bi xwe ti carî Kurdistan parçekirî nîşan nedaye û em nakin jî. Lê di esasê xwe de li hesabê wî tê ku herêmek di kontrola wan de hebe. Navê wê Kurdistan dibe an tiştekî din ferq nake. Devereke ku karibin hukmê xwe lê bikin hebe bes e. Her wiha her carê jî sedema êrişên Dewleta Tirk jî bi hebûna PKK'ê ve pênase dikin. Yanî PKK tinebe wê êriş nebin. Îca daxuyaniya Mesûd Barzanî ji ya wî xerabtir bû. Barzanî ji bo PKK'ê dibêje dagirker e. Ew hêza ku jê re dibêje dagirker jî dehê caran pê re rûniştiye û alîkarî ji wan xwestiye. Ma ne dema ku çeteyên DAIŞ'ê berê xwe da Hewlêr û Kerkûkê we hawara xwe gihand PKK'ê. Barzanî çû Mexmûrê bi fermandarê PKK'ê re rûnişt û ji ber berxwedana wan malavahiya wan kir. Eger dagirker bin çima tu wê demê bi wan re rûnişt­? Ew deverên ku gerîla lê hene, çima niha ji aliyê hêzên PDK'ê ve tê dorpêçkirin? Ji ber ku gerîla nû li wan deveran bi cih nebûye. Bi salan li wê derê ye. Tişta ku em li vê derê pirs bikin û bifikirin ev e; dorpêçkirina gerîla wê çi bide PDK'ê û li hesabê kê bê.

Çapemeniya PDK'ê jî di van rojên dawî de yekser zimanekî êrişkar li dijî PKK'ê bi kar tîne. Zemîneke ku wê şer derkeve diafirînin. Lê karê me rojnamevanan û çapemeniyê ew e ku bûyeran yekser ragihînin. Ne ku em vî agirî gur bikin. Eger îro di navbera gerîlayên PKK'ê û hêzên PDK'ê de şer derkeve yê bixisire Kurd in. Îro bi saya Kurdan dinya alem ji belaya DAIŞ'ê rizgar bû. Û niha Kurd bi xwe şerê hev bikin wê encameke çawa derkeve holê. Erê rast e, berê şerê hev kirine û bedelên giran jî dane, lê di dawiyê de qezencek jî tineye. Di şer de yê bi ser dikeve tineye. Ji ber ku di şer de mirin, koçberî û wêranbûn çêdibe.

Daxuyaniya endamê komîteya rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan a herî dawî gelekî girîng bû. Girîngiya wê ji zimanê wî tê. Ji ber ku Karayilan zimanekî çêker û erênî bi kar anî. Li wê derê bang li Mesûd Barzanî kir û ji bo şer dernekeve bal kişand ser fedekariya gerîlayan. Lê bersiva Barzanî û daxuyaniyên PDK'ê sosret bû û dibe ku rê li ber şer veke. Ji bo şer dernekeve gerîla her tiştî dikin û ji bo şer derkeve PDK jî her tiştî dike. Lê ji wê jî ya girîngtir ew e ku wê çawa şer bike. Eger tu ewqasî şervan bû te çima Şengal ji DAIŞ'ê re hişt. Eger derdê PDK Kurdistan be û serxwebûna wê be tu çima rojekê jî qala dagirkeriya li Kurdistanê nake. Ma ne PDK bû beriya bi çend salan referandûma serxwebûna Kurdistanê çêkir. Li vê derê ez pirsekê din bikim; devereke ku 40 baregehên Artêşa Tirk lê hebin wê çawa serxwebûna Kurdistanê pêk were ­?


Ez li destpêka nivîsê vegerim; dinya alem bi dijberên xwe dadikevin, ji bo aramiya xwe û welatê xwe dixebitin. Lê em bi xwe daketine. Xewn û xeyala Kurdan ew e ku Kurdistaneke wan jî hebe û azad be. Dema ku gerîla û pêşmergeyan bi hev re li Kobanê, Şengal, Kerkûk û deverên din li heman çeperan şerê dagirkeran dikirin kêfa her kesî dihat. Îro jî Kurd li wî dîmenî digerin. Tiştekî hatiye ceribandin û çima careke din neyê kirin !

Aslan ASLAN

https://kurmanci.ozgurpolitika.com/nuceya-cend-kurdistan-hene-6573

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Parsekî

Niha dema wê ye