Dinya ne bi dorê ye

Beriya bi 16 salan vî wextî zarokê 12 salî Ûgûr Kaymaz û bavê wî Ahmet Kaymaz li navçeya Qoserê ya Mêrdînê li pêşiya mala xwe hatin qetilkirin. Yên ev yek kirin polîsên dewletê bûn. Ûgûrê 12 salî bi 13 guleyan qetil kirin. Dema ku ev bûyer pêk hat rayedarên AKP'ê qaşo nerazîbûn nîşan dan. Her wiha parlementerên xwe şandin Qoserê û lêkolîn kirin. Lê encam berovajî bû. Ji ber ku Ûgûr Kaymaz kirin terorîst û polîsên kujer jî nehatin cezakirin. Piştî qetilkirina Ûgûr Kaymaz jî cinayet û komkujiyên desthilatdariya AKP'ê zêde bûn. Erdogan piştî bi demekê li Amedê axivî û got; jin be zarok be ferq nake, çi pêwist be wê bê kirin. Bi vê fermana Erdogan re polîsên wî jî ketin nava tevgerê. Li dijî jin û zarokan komkujî kirin. Li gorî raporan di dema desthilatdariya AKP'ê de 875 zarok li bakurê Kurdistan û Tirkiyê hatin qetilkirin. Şîdet, tacîz û destavêtina jinê jî derket asta herî jor. Di nava 18 salan de li Tirkiyê 7 hezar û 500 jin hatin kuştin.

Bûyera dawî ku em behsa wê bikin jî qetilkirina ciwanê Kurd Kemal Kurkut e. Kemal xwendekarê zanîngehê bû û di Newroza 2017'an de li Amedê hat qetilkirin. Kesên ev yek kirin jî polîsên dewletê bûn. Doza darizandina polîsên kujer 3 salan dewam kir û di encamê de ew polîs nehatin cezakirin. Dadgerên Tirk biryara beraatê da polîsan. Ango ew xelat kirin. Lê bûyereke eşkere û zelal bû. Li pêşiya kamerayan Kemal Kurkut qetil kirin. Rojnamevanê ku wêneyên vê komkujiyê kişand cezayê girtîgehê jê re xwestin. Lê kesên komkujî kirin nehatin girtin. Ji wêneyê bûyerê mirov dikare rewşa Kurd û Kurdistanê bibîne. Kujer her tim diyar in û yên tên kuştin jî xuya ne. Di vir de mijara heq, hiqûq, edalet û qanûnan dikeve dewrê. Eger qanûnek hebe çima pêk nayê. An jî eger tinebe çima xelkê mijûl dikin. Beriya bi demekê dîsa me dît ku bê çawa li Wanê du gundî ji helîkopterê avêtin û ji wan gundiyan Servet Tûrgût hat qetilkirin. Tevî ewqas belge û îspatan jî dîsa kujer nehatin girtin. An jî eger werin girtin û cezakirin wê edalet pêk were gelo ? Ew edaleta ku di destê Dewletê de ye wê çiqasî pêk were ? Îro yê ferman dide Dewlet e û li ser vê fermanê Kurd têne kuştin. Eger ferman di destê wî de be wê çima qatilên xwe ceza bike.

Dewleta Tirk ku em jê re dibêjin dagirker îro li ber çavê dinyayê kiryarên hovane dike. Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kir. Li van deveran tiştek nemaye ku bi serê xelkê de neaniye. Her roj agahî û nûçeyên zilmê ji van deveran tên. Herî dawî herêma Qerebaxê dagir kirin. Tevî ku Ermenistan Dewlet bû ev yek lê kirin. Li vê derê gotina Rêber Apo tê bîra mirovan. Rêber Apo dibêje; Eger hêza te tinebe dinya hemû li pişta te be jî tu bê qewet e. Lê eger hêza te hebe û dinya hemû li hemberî te be jî tu yê bi serkeve. Ji rewşa Efrînê heta Qerebaxê me ev yek fêm kir. Ew welatên Ewrûpayê ku qaşo qala demokrasî û mafê mirovan dikin alîgirê zordestan in. Yanî dinya ne bi dorê, bi zorê ye. Yanî heq, hiqûq, edalet jî li gorî zordestan hatiye çêkirin.

Li Tirkiyê wekî ku qanûn hene, edalet û mafê mirovan heye hin kes diaxivin. Dema ku ez li wan guhdarî dikim ez şaş dimînim. Bi rastî ew ji gotinên xwe bawer dikin an jî tenê ji bo ku biaxivin vê yekê dikin nizanim. Pêşiyên me ji berê de gotinê zor zane. Eger hêza te hebe tu yê karibe li ser piyan bimîne. Tişta ku tê dîtin jî ev e. Eger îro Kurd bi hêza xwe ya eskerî, siyasî û dîplomatîk tinebin, yanî hejmara te 100 milyon jî be garantiya hebûna te tineye. Lewra pêwistî pê heye ku em serê xwe li ser vê yekê biêşînin. Bi gotinên heq, hiqûq û edaletê em zilma desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê rewa dikin. Bi awayekî formalîte hin qanûn danîne û ew bi xwe jî li gorî wê tevnagerin. Çend partî û kes jî diyar kirine ji bo ku qala vê yekê bikin. Îro kesên çete, diz, kujer û mafya ji girtîgehan tên derxistin û kesên ji ber fikir û ramanên xwe jî tên girtin. Welatekî ku bûye cihê çeteyan. Îca hun bifikirin, devereke ku çete lê hebin û qanûnên wan hebin wê encameke çawa derkeve holê...

Aslan ASLAN

https://kurmanci.ozgurpolitika.com/nuceya-dinya-ne-bi-dore-ye-7140

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Çend Kurdistan hene?

Parsekî

Niha dema wê ye