Sedema şer tineye
Çend hefte ne PDK'ê êrişek li dijî PKK'ê daye destpêkirin. Ev êriş bi daxuyanî, peyam û gotinan mezin dibe. Yanî mirov kare bêje li ser çapemeniyê şerê xwe dane destpêkirin. Wekî ku PKK nû hatibe avakirin gotinan dikin. Di destpêka salên 1990'î de heman gotin û daxuyanî di televizyonên Tirkan de hebûn. Îro jî heman awayî ango piştî bi 30 salan çapemeniya PDK'ê dike. Li ser avabûn û felsefeya PKK'ê diaxivin. Ji axaftinê jî wêdetir tenê heqaretan dikin. Bi vê yekê re civakê ji şerekî mezin re amade dikin. Li Tirkiyê jî heman tişt çêbûn. Demekê ji bo PKK'ê gotinên herî xerab hatin bikaranîn. Lê dema ku hevdîtin bi Rêber Apo re dihat kirin ew ziman hat guhertin.
PKK çi ye û ji bo çi hat avakirin îro her kes dizane. Ji Arjantînê heta Kanadayê hema bêje her kesî bihîstiye bê PKK çi ye. Lê xuya ye ku li nîvê Kurdistanê ango li Hewlêr, Zaxo û Duhokê PKK nehatiye bihîstin. Çima ez vê dibêjim, ji ber ku PDK û çapemeniya xwe bi vî rengî tevdigerin. Her roj daxuyaniyan didin û PKK'ê reş dikin. Bi taybet jî gerîlayên jin û fermandarên wan dikin hedef. Ma ne ew jin bûn Şengal parastin û Kobanê rizgar kirin. Ew qerasê zilaman ango hêzên PDK'ê bûn reviyan. Li şûna ku hurmetê nîşanî wêrekiya jinan bidin, wan reş dikin. Çeteyên DAIŞ'ê jî herî zêde ji şervan û gerîlayên jin ditirsiyan. Digotin ew naxwazin ji aliyê jinê ve bên kuştin. Me ya DAIŞ'ê fêm kir, lê ya PDK'ê çi ye. Dibe ku ev tirsa wan ji Bêrîtan ango Gulnaz Karataş tê. Di sala 1992'an de dema ku navbera PKK û PDK'ê şer hebû gerîlaya jin Bêrîtan bi sekna xwe ya rûmet hêzên PDK'ê rezîl kir. Lê xuya ye ku li ber xwe neketine û zimandirêjiyê dikin. Dinya alemê li Şengal û Kobanê lehengiya şervan û gerîlayên jin dît. Li ser qehremaniya jinên Kurd bi dehan belgefîlm hatin çêkirin. Di kovar, rojname û malperên cîhanê de bi sedan nivîs hatin nivîsandin û wêne hatin weşandin. Dinya alemê pesnê vê qehremaniyê da, lê derdê PDK'ê çi ye ku vê yekê reş dike.
Rayedarên PKK'ê dehê caran diyar kirin ku şerê wan bi Dewleta Tirk re ye. Û xwestin ku PDK nekeve nava vî şerî. Yanî dibe ku alîkarî nede, lê bila nebe dijber jî. Îro PKK û Dewleta Tirk şerê hev dikin û çend caran li hev jî rûniştin. Dibe ku sibe heman tişt dîsa were kirin. Û eger ev yek pêk were wê pozîsyona PDK'ê çi be ? Îro du teref hene, dikarin li hev bixin û dikarin li hev bikin. Terefê sêyemîn PDK wê li ku bisekine. Eger ev şer bi dawî bibe wê aqûbeta PDK'ê çi be ? Li vê derê dixwazim mînakekê bidim. Di salên 1990'î de eskerên Artêşa Tirk diçin gundekî Botanê û gundiyan li naverasta gund kom dikin. Cerdevanekî Dewleta Tirk jî li wê derê heye û ji fermandarê eskeran dipirse; "Hûn ji bo eskerên xwe yên tên kuştin dibêjin şehîd. PKK jî ji bo gerîlayên xwe dibêje şehîd. Gelo ya kê ji we rast e ? Fermandarê eskeran dibêje ew gerîlayên PKK'ê di ber axa welatê xwe de şer dikin û şehîd in. Lê hûn cerdevan dema tên kuştin ne şehîd in. Ji ber ku ti armanceke we tineye." Ev mînaka wê demê îro PDK anî bîra min. Em dibînin ku PKK jî û PDK jî li ser axa Kurdistanê ne û eger şer derkeve wê PDK doza çi bike ?
Ev şer şerê navbera berxwedêr û dagirkeran e. Li aliyekî PKK heye li ber xwe dide û Kurdistanê diparêze. Li aliyê din Dewleta Tirk heye û Kurdistanê dagir dike. PDK divê terefê xwe diyar bike. Di navberê de çênabe. Derî an vekirî ye yan jî girtiye. Eger PDK dixwaze şer bike hewce nake li ti sedeman bigere, dikare terefê xwe diyar bike û bes e. Hewce bi nûçe û agahiyên derew tineye. Bila bêje ez dixwazim şerê PKK'ê bikim û helwesta xwe diyar bike. Hewce nake ku her roj bi saziyekê daxuyaniyan bide dayîn. Lewma PKK zêdetirî 40 sale li dijî şerê psîkolojîk û derewên Dewleta Tirk şer dike. Ev Dewleta ku artêşa herî mezin a duyemîn li nava NATO'yê ye 40 sal in nikare PKK'ê têk bibe, dibe ku hêzên PDK'ê yên revok dawiya PKK'ê bînin ?
PKK ji destpêka avabûna xwe heta niha rêxistineke şoreşger û canfedayî ye. Ji ber vê yekê ye ewqasî mezin bû û ti carî neket. Li şûna ku PDK bi PKK'ê dadikeve bila li ser Kerkûkê serê xwe biêşînê.
Aslan ASLAN
https://kurmanci.ozgurpolitika.com/nuceya-sedema-ser-tineye-6837
Yorumlar
Yorum Gönder