Palpiştên Faşîzmê


Car caran têkiliyên Dewleta Tirk û Ewrûpayê xera dibin. Lê wekî ku tiştek nebûye dîsa ev têkilî dewam dikin. Erdogan gelek caran li pêşberî kamerayan gotinên giran li Ewrûpayê kirin û heta gef lê xwarin. Piştî van gotinên Erdogan jî bûyerên xerab li Ewrûpayê qewimîn. Lê tevî vê yekê jî rayedarên Ewrûpayê stûyê xwe li ber Erdogan xwar dikin û heta diçin ber lingê wî. Mînaka dawî jî serdana rayedarên Ewrûpayê bû. Serokê Konseya Yekîtiya Ewrûpayê Charles Michel û Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewrûpayê Ursula Von Der Leyen çûn Enqerê û bi Erdogan re hevdîtin kirin. Bi vê hevdîtinê re teqleke din dan Erdogan. Ew Erdoganê ku piştî bûyera li Garê ketibû çiravê. Rayedarên Ewrûpayê bi hawara wî ve çûn û nefesek dan wî.

Ev hevdîtin gelekî hat rexnekirin. Ji parlementeran heta siyasetvanên Ewrûpayê, gelek kesan nerazîbûna xwe anî ziman. Komek parlamenterên Parlamena Ewrûpayê beriya wê hevdîtinê, nameyek jî ji Charles Michel û Ursula Von Der Leyen re şandin. Di wê nameyê de jî rewşa xerab a li Tirkiyê bi bîr xistin. 

Tişta ecêb jî ew e ku beriya ev rayedarên Ewrûpayê biçin Tirkiyê, Erdogan çend gavên xerab avêtin. Mesela parlamenterê HDP'ê Omer Farûk Gergerlîoglû avêtin hepsê û parlamenteriya wî betal kirin. Her wiha bi fermana Erdogan, dewleta Tirk ji peymana Stenbolê vekişiya. Lê li aliyê din beriya bi demekê, Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê (DMME) ji bo ku Selahattîn Demîrtaş were berdan biryar dabû. Li şûna ku Demîrtaş berdin, vê carê parlamenterekî din ê HDP'ê avêtin hepsê. Li vê derê meqseda Erdogan ew e ku di bazarê de destê xwe xurt bike. Yanî bi gef û şantajê wê tiştên xwe bi Ewrûpayê bide qebûlkirin. Ev aliyekî meselê ye.

Aliyê din ê meselê jî Ewrûpa bi xwe ye. Erdogan tevî ku dizanîbû wê rayedarên Ewrûpayê werin cem wî, faşîzma xwe dijwar kir. Ev yek pêşwazîkirina palpiştên faşîzmê bû. Erê, îro bi demokrasiyê pesnê Ewrûpayê tê dayîn, lê cihê çêbûna faşîzmê jî Ewrûpa ye. Dîktator û faşîstên bi nav û deng Hitler, Mussolini û Franco ji Ewrûpayê derketin. Dinya alem faşîzma wan nas dike û xwendiye. Devereke ku faşîzm jê derketibe, wê çi hêviya demokrasiyê jê bê kirin.

Îro şerê ku li rojhilata navîn diqewime yekser bi Ewrûpayê re têkildar e. Ji roja ku Ewrûpiyan lingê xwe avêtiye ser wê axê ve şer bi dawî nebûye. Bi navê demokrasiyê bi dehan sazî û rêxistin li Ewrûpayê ava kirine, lê li wan navendan tiştek çareser nebûye. Qaşo li Konseya Ewrûpayê, Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) heye, lê 22 sal in êşkenceya li Îmraliyê nabînin. Di salên 2015 û 2016'an de bûyerên herî xerab li Tirkiyê qewimîn. Bajar û navçeyên Kurdan hatin wêrankirin û Ewrûpayê ev yek nedît. Parlamenter û hevşaredarên HDP'ê hatin girtin û Ewrûpayê ev yek nedît. Şaredariyên HDP'ê dagir kirin, lê dîsa wan ev nedît. Dewleta Tirk Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin, lê wan dîsa nedît. Ev mînak îro jî dewam dikin. Ya ku dike dewleta Tirk e, ya ku temaşe dike yan jî palpiştê vê faşîzmê, Ewrûpa ye.

Heger em li beriya bi sed salan jî vegerin, peymanên Sykes Picot û Lozanê li Ewrûpayê hatin amadekirin û îmzekirin. Bi van peymanan Kurd û Kurdistan kirin parçe. Ji ber van peymanan îro pirsa Kurd bûye girêkek. Gelek peymanên din bi vî rengî li ser Kurdistan û Tirkiyê hene. Di rewşeke wiha de jî em gelek caran dibînin ku hin kes hêviyan ji Ewrûpayê dikin. Li gorî hin kesan heger Ewrûpa dengê xwe li Tirkiyê bike, wê bisekine. Lê em dibînin ku yê cesaretê dide Erdogan, Ewrûpa bi xwe ye. Derdekî Ewrûpayê bi faşîzma Erdogan re tineye. Dîktatorekî wekî Erdogan li gorî pergala wan dimeşe û tam jî li gorî dilê wan e. Tişta ku dixwazin li Rojhilata Navîn pêk bînin bi Erdogan dimeşînin. Ji ber vê yekê ji faşîzmê hêvî nayê kirin, faşîzm tê têkbirin.

Aslan ASLAN

https://kurmanci.ozgurpolitika.com/nuceya-palpisten-fasizme-12113

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Çend Kurdistan hene?

Parsekî

Niha dema wê ye