Lênûska Aram


Lênûska Aram navê pirtûkekê ye û qala jiyana Aram Akyuz dike. Pirtûk ji aliyê Yaşar Aslan ve hatiye nivîsandin. Di pirtûkê de hun ê Aram Akyuz nas bikin. Ew kesê ku 31'ê Adara 2014'an li hepsa Kirikkaleyê şehîd bû. Girtiyekî siyasî yê 22 salan bû û dema hat girtin jî ciwanekî şoreşger bû. Ez vê nivîsê jî di salvegera şehadeta Aram de dinivîsim. Ez ê balê bikişînim ser kesayeta wî û jiyana wî ya li hepsê. Wê çavkaniya min jî pirtûka Yaşar Aslan be.

Yaşar Aslan û Aram Akyuz salên dirêj bi hev re di hepsê de man. Yaşar ji bo Aram gotina, sergovend bi kar tîne û dibêje; "Heval Aram di hemû demên xwe yî şoreşgerî de mirin biçûk dît; bêtirs çû ser mirinê, jê netirsiya. Sîng bi sîng bi mirinê re şer kir. Ti carî çavê xwe jê nekurkutand. Bawerî û cegera wî, kelecan û vîn dida dora xwe. Ew mirina ku ji wî direvîya di xewê de bi dizî ew ji nav me bir. Bîst û pênc salên jiyana şoreşgerî û temenê çil salî wekî perwerdeyekê ye. Mînaka mirovê zana; kurdê serhildêr, berxwedêr û şerker e."

Aram Akyuz sala 1973’yan li gundê Hatxê yê Nisêbînê ji dayik bû. Ji malbateke welatparêz tê. Ji hezkirina dostê gelê Kurd ê navdar Aramê Dîkran, navê Aram lê dikin. Sala 1989'an tevlî nav refên gerîla bû û di sala 1990'î de hat girtin. Dema ku hat girtin 17 salî bû û piştî çend mehan hat berdan. Çawa ku ji hepsê derket careke din berê xwe da çiyayên azad ên Kurdistanê. Heta sala 1994'an gerîlatiyê dike û çend caran birîndar dibe. Dema ku ji bo karekî û dermankirinê diçe Amedê, hat girtin. Êşkenceyên giran li kirin û piştre rêwîtiya wî ya dûrûdirêj ya li hepsê dest pê kir.

Di pirtûka Lênûska Aram de ji bo pêvajoya zindanê ya Aram jî tê gotin; "Hevalê Aram şoreşgerî ji xwe re kiribû şêweyekî jiyanê. Ji bo vê yekê xwe zû komî serhev kir û di nava xebatên zindanê de cîh girt. Te çi kar bidayê, ji ti tiştî re ne digot “na”. Taybetiya wî ya herî binirx ev bû. Her tim ji kar û xebatan re amade bû. Di çalakiyan de li pêş, di moral de li pêş, di jiyanê de li pêş… Hevalekî di her xebatê de pêşeng bû. Ji bo vê ez dibêjim sergovend bû."

Yaşar û Aram ji gundekî bûn, hevalê hev ê zarokatiyê bûn; lê herî zêde di zindanê de hevaltî bi hev re kirin. Xebera reş a hevalê Aram jî 31'ê Adara 2014’an hat. Xeberek bêwext, dilovaniyeke bê wext û çûyînek dilbiêş. Jiyaneke bîst û pênc salan bi şoreşgerî dagirtî derbas bûye, koçî bê dawîyê kir. Digotin, “qeyrana dil derbas kiriye!”

Yaşar dibêje; "Ew dilê azad çawa sekinî? Çawa wilo bêwext çû? Çawa ji ken û geşiya xwe me bêpar hişt û çû?"

Bêguman bi xwendina pirtûkê re hûn ê gelek bibîranînên Aram bibînin. Jiyana li hepsê, nivîskariya wî û xeyalên wî di pirtûkê de cih digrin. Em qala 22 salên li hepsê dikin û piştî wê, cenazeyê wî ji hepsê derket. Erê, rast e, dibêjin dilê wî sekiniye, lê ew şehîdek e. Ji ber ku dewletê ew kuşt. Ew dewleta ku Aram kuşt, bû sedem ku xwişk û birayên wî jî ji welatê xwe koçber bibin. Birayê wî Yilmaz û xwişka wî Fatma ji ber zilm û zora dewleta Tirk neçar man ji welêt derkevin û niha li Elmanyayê bûne penaber.

Bavê wan Xalê Bedran jî mirovek hêja bû. Sala 1999'an dema ku di televizyonê de dibîne Rêber Apo hatiye girtin, dilê wî disekine û hê di temenekî ne mezin de jiyana xwe ji dest da.

Ew bajarê ku Aram sala 1991'ê jê veqetiya, di sala 2014'an de ew pêşwazî kir. Ma ne wî gotibû; Gula min gula Mêrdînê, serhildana Nisêbînê. Wê rojê Nisêbîn ji bo Aram rabû serhildanê û li bajarê gulan hat pêşwazîkirin. Merasîmeke layiqî wî hat çêkirin.

Di dawiya pirtûkê de jî Yaşar Aslan dibêje; "Ew hevalên me yên xweş; Ew hevalên me yên baş zû çûn. Me bi bêrî û mîrateya xwe hiştin. Mîrate û fermana wan ku em armanca wan pêk bînin. Berî her tiştî divê ew/ev hevalên xweş û baş ji dost û hevalan re bêne gotin, bêne danasîn, cewher û gencîneya me ew in. Yek ji wan hevalên xweş û baş Aram e. Û her û her bi me re ye! Aram her û her dijî..."

Aslan ASLAN

https://kurmanci.ozgurpolitika.com/nuceya-lenuska-aram-11905

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Çend Kurdistan hene?

Parsekî

Niha dema wê ye