Trump jî çû


Li Emerîkayê serokekî nû hat hilbijartin. Serokê berê Donald Trump beriya bi 4 salan hatibû hilbijartin. Bi hatina Trump re li Emerîkayê guhertinên mezin çêbûn. Çawa ku hat ser desthilatdariyê pirsgirêkan dest pê kir. Pêşî gotin, bi hîleyan hatiye hilbijartin. Piştre di rêveberiya Emerîkayê de veqetîn çêbûn. Pirraniya wezîr, şêwirmend û dîrektoran dev ji Trump berda. Ango wan serokatiya wî qebûl nekir.

Donald Trump di dema serokatiya xwe de li ser sînorê Meksîkayê dest bi lêkirina dîwarekî kir. Buhayê vî dîwarî jî derdora 6 milyar dolar bû. Yek ji armancên vî dîwarî astengkirina koçberan bû. Her wiha ji bo astengkirina koçberan çend biryarên din jî dan. Ji bo astengkirina koçberan mafê gulereşandinê da eskerên Emerîkî. Wekî din di nava Emerîkayê de cihêkarî zêde bû. Piştî dehê salan, cara pêşî bû ku ewqasî civakê dijayetiya hev kir. Ev hemû jî yekser encama polîtîkayên Trump bûn. Dîsa li Emerîkayê bidarvekirina mirovan zêde bû û piştî 68 salan jinek li Emerîkayê hat bidarvekirin.

Tiştên ku Trump pêk anîn, li derveyî Emerîkayê jî zêde bûn. Têkiliyên bi welatên Rojhilata Navîn re xera bûn. Ketina welatiyên çend welatên Ereban a Emerîkayê hat qedexekirin. Ambargoya li ser Îranê dijwar bû. Bi fermana Trump, Emerîkayê ji peymana nukleerê ya bi Îranê re vekişiya. Ev peyman sala 2015'an ango di dema serokatiya Barack Obama de hatibû çêkirin. Lê bi ambargoyê re peyman jî xera bû. Vê yekê hişt ku têkiliyên Îranê bi Ewrûpayê re jî xera bibin. Di dema serokatiya Trump de lêçûnên eskerî di NATO'yê de zêde bûn. Têkiliyên bi Rûsyayê re aloztir bûn. Bi welatê Çînê re jî heman gengeşî derketin.

Xezeba Trump li serê Kurdan jî bû. Di dema serokatiya wî de dewleta Tirk êrişên dagirkeriyê li Rojava pêk anîn. Bajarên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin. Li Başûrê Kurdistanê jî rê li dagirkeriyê hat vekirin. Ev hemû têkiliyên qirêj ên bi serokomarê Tirk Erdogan re radixîne ber çavan. Ji ber ku Trump û Erdogan li ser berjewendiyên xwe polîtîka meşandin. Wekî taciran tevgeriyan. Erdogan bi destûra Trump li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn gelek xerabî kirin. Nijadperestî û faşîzm belav kirin. Li qanûnan û hiqûqê guhdarî nekirin. Trump û Erdogan di navbera xwe de gelek bazarên qirêj û veşartî kirin.

Erê niha dema Trump qediya û çû. Lê rewşa ji niha û bi şûn ve tê meraqkirin. Ew xerabiyên ku kirine, wê çawa çareser bibin. Serokê nû yê Emerîkayê Joe Biden wê polîtîkayeke çawa bimeşîne kêm zêde xuya dike. Ji ber ku kesekî di siyasetê de kevn e. Kesekî hiqûqnas û nivîskar e. Li Emerîkayê di senatoyê de cih girtiye û wezîrtî kiriye. Zêdetirî 50 salên xwe di nava siyaseta Emerîkayê de bihurandine. Ji ber vê yekê, xuya ye ku wê siyaseta Joe Biden bi pirranî li ser navê Emerîkayê be. Ew ê cudabûn û cihêkariya ji dema Trump mayî, çawa bi dawî bike.

Wekî din siyaseta li derve ya Joe Biden tê meraqkirin. Wê li Rojhilata Navîn û Ewrûpayê têkiliyên çawa bê meşandin. Ev yek wê di demeke nêz de xuya bike. Gelo wê têkiliyên çawa bi Kurdan re bên danîn. Rewşa wan deverên di dema Trump de Dewleta Tirk dagir kirin, ango rewşa Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî wê çi be? Ev yek jî bi helwêsta nû ya rêveberiya Emerîkayê re têkildar e. Eger Emerîka wan xerabiyên Trump bi dawî bike, divê dawî li dagirkeriya Dewleta Tirk jî bîne. Erdogan di dema Trump de li Yewnanistan, Lîbya, Ermenistan û gelek deverên din jî dagirkeriya xwe meşand.

Ji bo Joe Biden gelek gotinên xweş hene, lê ji bo van gotinan niha zû ye. Erê rast e, Trump xerab bû û felaketek bû li serê cîhanê. Lê ev nayê wê wateyê ku Joe Biden wê aramiyê bîne. Ji ber ku siyaseta giştî ya Emerîkayê li ser kapîtalîzmê hatiye hûnandin. Trump tinebe jî ev siyaset wê her hebe, lê wê çiqasî dijwar û nerm be, em ê siberojê bibînin.

Aslan ASLAN

https://kurmanci.ozgurpolitika.com/nuceya-trump-ji-cu-9408

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Çend Kurdistan hene?

Parsekî

Niha dema wê ye