Ocalan û Mandela


Ji bo Ocalan û Mandela gelek şibandin hene. Li ser mijarê, heta niha gelek nivîs jî hatin nivîsandin. Tişta ku her du lîderan di wêneyekî de tîne cem hev çi ye gelo? Ya yekemîn têkoşîna wan a li dijî faşîzm û nijadperestiyê ye. Mandela dema ku li Efrîkaya Başûr hat girtin 42 salî bû. Yanî sala 1962'an hat girtin û 27 salên xwe li girtîgehê derbas kirin. 18 salên destpêkê li giravekê hat ragirtin. Ji bo ku Mandela were berdan di sala 1980'yî de kampanyayên navneteweyî hatin destpêkirin. Yanî beriya ku were berdan bi 10 salan. Di nava wan deh salan de gelek zext li hukûmeta Efrîkaya Başûr hat kirin. Di encamê de hukûmetê dît ku kesê karibe pê re rûnê, Mandela ye û çareserî jî li cem wî ye. Jixwe, piştî ku hat berdan bû serokê Efrîkaya Başûr. Nav û dengê wî bi vî rengî zêdetir hat bihîstin. Kesekî reşik cara pêşî bû serokê komarê û ev yek jî di encama têkoşîneke demdirêj de pêk hat.

Îca em li rewşa Rêber Apo binêrin. Rêber Apo ji sala 1999'an ve li girava Îmraliyê rehîn tê girtin. Di wê pêvajoyê de ji bo girtina Ocalan hêzên navneteweyî li hev kirin. Lewma jî di encama komployeke navneteweyî de ew radestî Tirkiyê kirin. Girtina Ocalan hişt ku pirsa Kurd neyê çareserkirin. Her wiha Rojhilata Navîn jî bibe qada şer. Ocalan li ser girtina xwe ev pênase kiribû û gotibû, bi girtina min dest li Rojhilata Navîn werdan. Ji bo ku dawî li şer û aloziyan were û pirsa Kurd çareser bibe, gelek hevdîtin bi Ocalan re pêk hatin. Lê ji ber ku Dewleta Tirk di van hevdîtinan de li fen û fûtan digeriya, çareser nebû. Ji pêvajoya girtina Ocalan heta niha 22 sal derbas bûn. Girtîhiştina Ocalan ewqasî demdirêj, dişibînin rewşa Mandela. Çawa ku ji bo Mandela li qada navneteweyî kampanya hatin destpêkirin, îro jî heman tişt ji bo Ocalan heye.

Di sala 2016'an de ji bo azadiya Rêber Apo li Ingilîstanê kampanya hat destpêkirin. Sendîkayên karkeran çawa ji bo Mandela ketibûn tevgerê, vê carê jî ji bo lîderekî din zend û bendên xwe badan. Sendîkayên li Ingilîstanê ku zêdetirî 6 milyon endamên wan hene, çend sal in bênavber dixebitin. Ji bo azadiya Rêber Apo gelek çalakî kirin. Her wiha di kongreya xwe ya sala 2019'an de wêneyên Ocalan hildan û azadiya wî xwestin. Herî dawî jî sendîkayên li Efrîkaya Başûr ku welatê Mandela ye bi heman armancê kampanyayek ji bo azadiya Rêber Apo da destpêkirin. Çend sazî û rêxistinên din ên navneteweyî ji Ewrûpayê jî beşdarî kampanyayê bûn. Li aliyê din rojnameyên Elmanyayê jî bi wêneyên Ocalan pişta kampanyayê girtin. Rojnameyên Die Tageszeitung, Der Freitag û Junge Welt jî diyar kirin ku niha dema wê ye; ji Ocalan re Azadî, ji Kurdistanê re aştî. Dîsa li Îtalyayê rojnameya Corriere Della Sera li ser azadiya Ocalan wêneyê wî parve kir.

Êdî tê dîtin ku azadiya Ocalan li qada navneteweyî di rojevê de ye û rojeveke sereke ye. Gelo beriya bi 22 salan, ew welat û çapemeniyên Ewrûpayê ku Ocalan bi şiklekî din didan naskirin, çawa hatin guhertin? Li wan welatên ku di komployê de cih girtibûn, niha jî xelk ji bo azadiya Rêber Apo di tevgerê de ne. Bêgûman ev yek bi saya fikir û ramanên Rêber Apo ye. Îro hûn dikarin pirtûkên Ocalan bi 9 zimanan peyda bikin û bixwînin. Fikir û ramanên Rêber Apo li zanîngehên Ewrûpayê, li parlementoyan û meclisên wê hatin nîqaşkirin. Parlementer, siyasetmedar û akademîsyenên Ewrûpî dîtin ku Ocalan bi fikir û ramanên xwe rê nîşanî her kesî dide. Ocalan bi gelek fîlozofên cîhanê re muqayese kirin. Parêzerê Mandela, Essa Moosa jî ji bo azadiya Rêber Apo gelekî hewl da. Her wiha çû Tirkiyê û xwest ku Ocalan jî bibîne, lê destûra wî nehat dayîn. Essa Moosa wê demê gotibû tecrîdkirina Ocalan ji ya Mandela jî xerabtir e. Essa Moosa li ser girtina Ocalan jî gotibû eger Ocalan li Kenyayê nehatibûya girtin, wê gihabûya Efrîkaya Başûr û wê rewş cûdatir ba. Ji ber ku Mandela ji rewşa Kurdan hayedar bû. Di sala 1992’yan de xelata Dewleta Tirk red kir û ji bo Kurdan gotibû, ez jî wekî we me û parçeyek ji têkoşîna we me. Erê rast e, Ocalan û Mandela negihiştin hev, lê têkoşîna wan gihîşt hev. Îro heval û hogirên Mandela azadiya Ocalan dixwazin…

Aslan ASLAN

https://kurmanci.ozgurpolitika.com/nuceya-ocalan-u-mandela-9157

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Çend Kurdistan hene?

Parsekî

Niha dema wê ye