Gladio û Komkujiya Parîsê

Li ser komkujiya Parîsê ya 9'ê Çileyê sala 2013'an gelek belge û dîmen hatin weşandin. Bi belgeyan îsbat bû ku komkujiya li Parîsê ji aliyê Dewleta Tirk ve hatiye kirin. Sê jinên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bûn hedefa vê reşkûjiyê. Hersê jinên şoreşger kadroyên PKK'ê bûn û têkoşîna wan a jinê li pêş bû. 

PKK jî ji bo ku heyfa vê komkujiyê hilîne di Tebaxa 2017'an de li navçeya Dûkanê ya ser bi Silêmanî, operasyona şoreşgerî ya Şehîd Sakîne Cansiz pêk anî. Bi vê operasyonê re rayedarên MÎT'ê Erhan Pekçetîn û Aydin Gunel hatin girtin. Ev rêveberên MÎT'ê serokên wê daîreyê bûn ku bi fermana Erdogan yekser bi Hakan Fîdan re dixebitîn. Her wiha 20 salan li gelek deverên Kurdistan û Tirkiyê bi wezîfeyên girîng rabûn û piştre li navenda MÎT'ê hatin wezîfedarkirin. Rayedarên MÎT'a Tirk diyar kirin ku wan bi fermana Serokomarê Tirk Erdogan û Musteşarê MÎT'ê Hakan Fîdan amadekariya suîkastê li dijî rêveberên PKK'ê dikir. Wan her wiha îtîraf kir ku komkujiya 9'ê Çile ya li Parîsê jî yekser bi fermana Erdogan pêk hatiye.

Ji îfadeyên rayedarên MÎT'a Tirk eşkere bû ku komkujî ji aliyê Dewleta Tirk ve hatiye kirin. Ev yek belgeyeke dîrokî bû. Tişta ku dadgeh û daraza Fransayê nekir, PKK'ê pêk anî. 
Wekî din yekîneya ku komkujî organîze kiriye navê wan û karê wan hatiye destnîşankirin. Tişta balkêş jî ew e ku yek ji wan kesên di organîzeya komkujiyê de cih digre Sabahattîn Asal e. Ev kes yek ji rêveberê MÎT'ê ye û tevî Muhammed Dervîşoglû li ser navê heyeta dewletê beşdarî hevdîtinên li Îmraliyê dibû. 

Sabahattîn Asal yekser bi Hakan Fîdan û Erdogan re di nava têkiliyê de bû. Heta vê derê tê zanîn ku destê Dewleta Tirk di komkujiyê de heye û sedema wê jî dijminatiya li dijî PKK'ê ye. Lê niha jî ez dixwazim mijara ku zêde nayê axaftin, balê bikşînim ser wê. Ew jî rola Fransa ya di komkujiyê de ye.

Erê rast e, komkujî ji aliyê Dewleta Tirk ve hat kirin, lê devera ku komkujî lê çêbû ne erda Tirkiyeyê ye. Çawa dibe ku îstîxbarata Tirk bikeve Parîsê û sê jinan qetil bike. Ev yek di nava rojê de pêk hat û li derdorê jî kamera hebûn. Eger Fransa bixwaze û xwestiba, dikarîbû di nava çend saetan de kujerên vê komkujiyê eşkere bike û ceza bike. 

Lê tenê çend daxuyaniyên formalîtê hatin dayîn û ewqas. Kujerê komkujiyê Omer Guney girtin û avêtin girtîgehê, lê piştî bi demekê gotin, li girtîgehê miriye. Ew mirina wî an jî kuştina wî ya bi guman derket pêşiya me. Wekî filmekî nîşanî me dan û Omer Guney bêdeng kirin. Mirina wî jî cihê gumanê ye. Yanî çiqasî rast e, ne diyar e. Ji ber ku kesî cenazeyê wî jî nedît. Her wiha dozgerê ku lêpirsîna Guney bi rê ve biribû jî diz ketibûn mala wî û laptopa wî dizîbûn. 

Ev bûyer hemû wekî şerîdeke filman in. Em ne senarîst û polîs in, lê dema mirov li bûyerê temaşe dike, wekî xeleka filmekî her tişt eşkere dibe. Yanî, xuya ye ku Omer Guney komkujî bi tena serê xwe pêk neaniye. Hin kesên din pêre bûne alîkar û ji cihê komkujiyê agahî dane wî. Eger Fransayê ew dîmenên wê derê derxistibana wê her kesî kujer dîtibana.
Dema ku komkujî pêk hat li girava Îmraliyê heyeta Dewletê û Rêber Apo hevdîtin dikirin. Tam jî di wê demê de agahiya komkujiyê gihîşt. Rêber Apo ev komkujî wekî provokasyona têkbirina hevdîtinên li Îmraliyê pênase kir. Ji ber ku ev ne ya destpêkê bû. Beriya wê jî her ku Rêber Apo û Dewleta Tirk dest bi hevdîtinan dikirin, komkujî an jî sûîqest pêk dihatin. Di dema Turgut Ozal de jî wiha bû. Ocalan qetilkirina Sakîne Cansiz wekî darbeya 9'ê Çile bi nav kir û got, bi vê yekê re peyamek dan PKK'ê.

Rêber Apo di hevdîtinên 2013'an de bal kişandibû ser rola Gladio ya di komkujiya Parîsê de. Li gorî Ocalan ev komkujî ji aliyê Gladio ve hat kirin. Washingtonê di ser CIA û Gladio re komkujî pêk anî. Ji bo vê yekê jî Ocalan gotibû kuştina Sakîne Cansiz komploya duyemîn e. Ocalan derketina xwe ya ji Sûrî jî wekî operasyoneke Gladio-NATO pênase dikir. Li gorî Ocalan her tim di nava dewletê de aliyek Gladio û aliyek din ê nêzî çareseriyê hebû. Ji bo vê yekê jî her tim qala mekanîka darbeyê dike. Ocalan tîne ziman, ji roja ku Dewleta Tirk ketiye NATO'yê ve bûyerên siyasî, civakî heta komploya navneteweyî têkildarî xeta NATO-Gladio ne. Eger ew pêvajo baş neyê analîzkirin wê ti kes nikaribe bûyerên girîng fêm bike. Ocalan di kuştina serokwezîrê Swêdê Olof Palme de jî rola Gladio destnîşan kiribû. Ew bûyer jî veşartî ma. 

Îca em careke din li komkujiya Parîsê vegerin. Wekî ku Rêber Apo jî gotiye, rola Gladio tê de heye. Ew hêzeke veşartî ya di nava NATO'yê de ye. Eger ne ev hêz ba kê dikarîbû li nava Parîsê komkujiyek wiha kiriba. Erê rast e, bi destê Dewleta Tirk hat kirin, lê di bin çavdêrî û kontrola Gladio de pêk hat. Ji ber vê yekê ye Fransa xwe li bêdengiyê datîne. Rojek zû yan jî dereng, kesên fermana vê komkujiyê dane, werin dîtin. Ji bo vê yekê jî pêdivî bi lêkolîneke baş û berfireh heye. Ocalan li ser komkujiyê gelek detay û agahî dane. Ji wan agahiyan mirov dikare serê xwe li ser biêşîne. Mirov nikare tenê bibêje, Dewleta Tirk komkujî kir û xelas. Di vir de rola Fransayê jî heye. Fransa jî şirîkê vê komkujiyê ye. Heta ku Fransa vê yekê eşkere neke, ew jî wê wekî Dewleta Tirk sûcdar be.

Aslan ASLAN

https://kurmanci.ozgurpolitika.com/nuceya-gladio-u-komkujiya-parise-8892

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Çend Kurdistan hene?

Parsekî

Niha dema wê ye