Çirava li Sûrî û Şoreşa Rojava
Ji sala 2011'an û vir ve li Sûrî şer û alozî heye. Di encama vê karesatê de nêzî 2 milyon kes hatin kuştin. Zêdetirî 11 milyon kes jî ji cih û warê xwe bûn ango koçber bûn. Yên ku bûn sedema vê felaketê bêgûman hêzên navneteweyî bûn. Ji roja ku şer dest pê kiriye û heta niha, Emerîka û Rûsya jî di navê de bi dehan welatên Ewrûpa û Rojhilata Navîn destê xwe xistin nava aloziyê. Li şûna ku çareser bikin, xerabtir kirin. Dema ku bihara Ereban dest pê kir li çend welatên Rojhilata Navîn gelan serî hilda. Lê pêşengên gel tinebûn. Daxwaza serhildêran hilweşandina rejîman bû. Yanî alternatîfeke ku dixwestin tinebû. Li Sûrî jî bi heman rengî serhildanên gel dest pê kirin. Tam jî di wî wextî de çirûska şoreşê li Rojava pêket. Ji Kobanê heta Efrînê, Qamişlo, Dêrik û Amûdê şoreşê dest pê kir. Li wê derê alternatîfa gel amade bû. Ji ber ku rêveberî û meclisên gel hebûn. Li bajar û navçeyên Rojava dawî li pergala zordest a rejîma Sûrî hat, li şûna wê jî meclisên gel hatin avakirin. Xelkê li Roj...