Şivanê wan Erdogan e
Li Başûrê Kurdistanê zêdetirî du hefte ne çalakiyên gel hene. Ev çalakî li dijî desthilatdariyê pêk tên. Xelk li dijî pergala xerab rabûye ser piyan. Yanî ew pergala ku azadî, edalet û hiqûq têde tineye. Erê raste qeyranek aborî heye, lê di esasê xwe de gelek sedemên din hene. Ji ber ku siyasetek şaş tê meşandin gel birçî tê hiştin. Rêveberiya ku li ser desthilatdariyê ye nêzî 30 sal in heman kes in. Hilbijartin çêdibin, lê dîsa heman kes tên hilbijartin. Niha hunê bêjin eger xelk ji vê desthilatdariyê nerazî be çima wan hildibijêre ? Hilbijartina li başûrê welêt jî dişibe ya Tirkiyê. Yanî bi hîle û sextekariyan pêk tê. Eger ne wilo ba ew kes ewqasî li ser desthilatdariyê nediman. Li devereke ku demokrasî hebe ma çawa dibe heman kes 30 salan li ser desthilatdariyê bimînin.
Îro em nikarin li Başûr qala hukûmetekê bikin. Rêveberina herêmê di destê malbatekê û derdora wê de ye. Serokê herêmê û serokwezîrê wê ji heman malbatê ne. Saziyên girêdayî wan jî ji aliyê malbatê ve tên rêvebirin. Ev malbata ku em qala wê dikin malbata Barzanî ye. Herêm di destê vê malbatê de ye û qanûn jî di destê wan de ye. Çawa bixwazin wilo dikin. Ji ber vê yekê ye têkiliya wan bi Dewleta Tirk ango Erdogan re ewqasî xweş û bêş e. Erdogan jî heman tiştî li Tirkiyê dike. Lewma malbata Barzanî û Erdogan li ser berjewendiyên xwe têkiliyan dimeşînin. Tiştekî ku Erdogan bide Tirkiyê tine ye. Heta niha tenê zilm û zordarî daye xelkê. Li Başûr jî ev yek heye.
Desthilatdariya li Başûr li ser çavkaniyeke dewlemend rûniştiye. Petrola ku ji Başûr derdikeve hed û hesabê wê tineye. Lê piraniya wê petrolê bi awayekî veşartî difroşin Tirkiyê. Rewşeke bi vî rengî heye û li aliyê din xelk birçî ye. Pereyên ku dikevin bêrîka malbata Barzanî dikare debara tevahiya Kurdistanê bike. Di rewşeke wiha de destê xwe li ber hukûmeta Iraqê vedikin û dibêjin alîkariya me bike. Beriya bi çend salan Iraqê eşkere kir ku li Başûrê Kurdistanê 600 hezar kesên ku kar nakin hene, lê dîsa jî mûçeyên xwe digrin. Û dibe ku ev kes tinebin jî. Kesên naxebitin pereyan distînin, lê kesên dixebitin pere nastînin. Ev çend mînakên biçûk in ku em behsa wan dikin. Lê li ser diziya tê kirin bi hezaran mînak hene.
Li Başûrê Kurdistanê hatineke zêde heye û dîsa jî gel birçî ye. Ewqas berhemên xwemalî hene, lê ji bo pêşxistin û dewlemendkirina wan tiştek nehatiye kirin. Hema bêjin her tişt ji derve diçe Başûr. Piranî jî ji Tirkiyê diçin. Bi sedan fîrmayên Tirkan li Başûr hene û dîsa mal û milkên Tirkan li wir tên firotin. Ji ber vê siyaseta şaş karsazên Tirkan dewlemend kirin. Gel jî vê yekê dibîne û li dijî vê neheqiyê serî hildide.
Xwepêşandanên li Başûr zêdetirî du hefteyan girseyî pêk hatin. Di serî de Silêmanî û derdora wê ango deverên di bin rêveberiya YNK'ê de çalakî lê zêde bûn. Lê li deverên PDK'ê destûra çalakiyan nehat dayîn. Ji ber ku li wan deveran bi temamî faşîzm heye. Destûr nadin kes dengê xwe derxe. Kesên diaxivin têne binçavkirin, girtin û revandin. Wexta ku çalakiyan dewam dikir ango beriya bi hefteyekê serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji çapemeniyê re axivî. Min lê guhdar kir û min ji axaftina wî fêm kir ku wê li dijî çalakgeran rêbazên Erdogan bi kar bînin. Yanî ji bo tepisandina çalakiyan wê serî li rêbazên qirêj bidin. Wilo jî kirin. Di êrişan de 10 çalakger hatin kuştin. Bi sedan birîndar û binçavkirî hene. Ji bo ku rojevê biguherîne Mesrûr Barzanî got li pişt bûyerên şîdetê PKK heye. Dîsa ji bo ku PKK'ê bike hedef diyar kir ku hê jî li Şengalê ne. Bi vî rengî rojev guhert û piştî daxuyaniyên wî çekdarên PDK'ê êrişî gerîlayên HPG'ê kirin.
Dibe ku îro xwepêşandan sekinî bin, lê xelk di nava xwe de dikele û dişewite. Lê çi dikin bila bikin wê nikaribin pêşî li nerazîbûnên gel bigrin. Piraniya xelkê dizanin ku ev desthilatdarî nikare herêmê bi rêve bibe. Her kesî dizî û talana vê desthilatdariyê dîtiye. Erê em qala Başûrê Kurdistanê dikin. Xwezka rêveberiyek baş hebûya û em pê serbilind bûna. Xwezka demokrasî, mafê mirovan û azadî hebûya û me li ser nûçe çêkiribana. Xwezka me qala pergala wekhev û edaletê kiriba. Lê mixabin tineye. Gotineke pêşiyan heye; dibêjin Şivanê me Silo be, wê xwarina me çilo be. Îca şivanê wan jî Erdogan e.
Aslan ASLAN
https://kurmanci.ozgurpolitika.com/nuceya-sivane-wan-erdogan-e-8310
Yorumlar
Yorum Gönder