Em jî bibin perçeyek ji berxwedanê
Di rewşeke wiha zor û zehmet de girtiyên siyasî biryara çalakiyê dan. Yek ji sedema zehmetiyê jî nexweşiya vîrusa korona ye. Îro li Tirkiyê her roj bi sedan kes ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest didin û deh hezaran kes nexweş dikevin. Îca bifikirin kesên li derve ku derfetên wan ên doktor û nexweşxaneyan hene nexweş dikevin. Di rewşekê de ku girtiyên nexweş jî nayên dermankirin wê nexweşiya vîrusa korona encameke çawa bi xwe re bîne. Girtiyên siyasî her tişt dan ber çavê xwe û serî li berxwedanê dan. Ew dizanin ku faşîzma AKP-MHP'ê ji vîrusa korona dijwartir e. Lewma her roj agahiyên zilmê ji girtîgehan tên. Di nava vê salê de 49 cenaze ji girtîgehan derketin. Her wiha 600 girtiyên nexweş ku rewşa wan giran hene û li ber mirinê ne. Raporên wan ên saziya tiba edlî hene û divê werin berdan. Lê tevî vê yekê jî nayên berdan. Dev ji berdana wan berdin, wan derman nakin û nabin nexweşxaneyan. Dewleteke ewqasî xedare ku heta girtiyan nekuje bernade.
Bi sedan girtiyên nexweş hene û zêdetirî 20 sal in di girtîgehê de ne. Dîsa bi dehan girtiyên nexweş hene ku temenê wan di ser 80'yî re ye. Lê tevî vê yekê jî nayên berdan. Gelek girtî hene ku bi tena serê xwe nikarin pêdiviyên xwe bi cih bînin, lê bi zanebûn wan kesan tavêjin hucreyên yek kesî. Yanî wan tecrîd dikin. Jixwe li gelek girtîgehan pirtûk, rojname û name qedexe ne. Girtî nikarin li radyoyan guhdarî bikin û televizyon jî tenê kanalên AKP'ê ne. Tenê bi hevdîtinan û riya telefonê girtî agahiyan digrin. Wekî din ti derfetên wan nemaye. Di rewşeke wiha de jî nexweşiya korona li girtîgehan belav bû. An jî mirov kare bêje vîrus bi destê Dewletê tê belavkirin.
Di vê pêvajoyê de desthilatdariya AKP-MHP'ê nexweşiya korona ji xwe re kirin hincet û bi hezaran endam, alîgir, çete, kujer û mafya ji girtîgehan derxistin derve. Ew kes niha jî li derve sûcên xwe dewam dikin. Lê kesên ji ber fikir û ramanên xwe hê jî girtî ne. Girtiyên siyasî dîtin ku ev desthilatdarî ji bo zordariyê ye, lewma jî li dijî zordariyê riya berxwedanê hilbijartin. Ew dizanin ku eger tecrîdkirina Rêber Apo bi dawî bibe wê her kes têkeve rehetiyê. Ji ber ku tecrîdê li Îmraliyê dest pê kir û îro li tevahiya girtîgehên Tirkiyê belav bûye. Îca ne tenê li girtîgehan, civak jî di heman rewşê de ye. Tişta ku li girtîgehan dibe heman rewş li derve jî heye.
Îro li Tirkiyê 355 girtîgeh hene û li wan girtîgehan zêdetirî 282 hezar girtî tên ragirtin. Ev hejmareke pir zêde ye. Lewma eger em li deh sal berê binerin ango sala 2010'an li Tirkiyê 120 hezar kes girtî bûn. Ev hejmar qat bi qat zêde bû. Ji dema ku AKP'ê rewşa awarte ragihandiye û vir ve zêdetirî 10 hezar endam û rêveberên HDP'ê hatin girtin. Çi kesê ku rexneyek li rejîma faşîst kiribe tavêjin girtîgehan. Wan kesan jî bi hezaran kîlometre dûrî malbatên wan dixin. Yanî êşkenceyek dûalî. Bi vî rengî malbatên wan jî ceza dikin.
Berxwedana ku îro girtiyên siyasî daye dest pê kirin ji bo her kesî ye. Çawa ku em dibêjin tecrîd li ser tevahiya civakê heye, ev berxwedan jî ya her kesî ye. Lewma divê her kes bibe perçeyek ji berxwedana li girtîgehan. Di her tengasiyê de berxwedana ji girtîgehan deriyek li ronahiyê vekir. Girtiyên siyasî di wan şert û mercan de li ber xwe didin. Di nava lepên faşîzmê de bedena xwe birçî dihêlin û li ber xwe didin. Ma li derve çima nebe ! Li derve jî tiştên em bikin hene. Em jî karin bibin perçeyek ji berxwedana girtîgehan.
Aslan ASLAN
https://kurmanci.ozgurpolitika.com/nuceya-em-ji-bibin-perceyek-ji-berxwedane-8006
Yorumlar
Yorum Gönder