Çima em ne li wir bûn!

Sala 2015'an li Kurdistanê demeke dîrokî ye û girîng e. Di wê salê de du caran hilbijartin çêbûn. 7'ê Hezîrana 2015'an hilbijartina giştî ya li Tirkiyê pêk hat û bi encama hilbijartinê re AKP ji desthilatê ket. Ya ku ev encam diyar kir jî HDP bû. Bi 80 parlementeran ket meclîsa Tirkiyê û komara ku li ser tinebûna gelan hatibû avakirin, hilweşandin. Erdogan ev encam qebûl nekir û di 1'ê Mijdara heman salê de careke din hilbijartin çêbû. Ango mirov kare bibêje hilbijartina 7'ê Hezîranê betal kir. Piştî betalkirina hilbijartinê jî Dewleta Tirk biryara qirkirina Kurdan da. Ew pêvajoya ku aramiyek anîbû Tirkiyê, ango hevdîtinên li Îmraliyê bi dawî bûn û Rêber Apo jî tecrîdkirin.

Hilbijartina 1'ê Mijdarê jî di rewşeke aloz de pêk hat û kesî bawer nedikir wê pêk were jî. Ji ber ku beriya hilbijartinê bi mehekê li Enqerê komkujî pêk hat û zêdetirî 100 kesên aştîxwaz hatin qetilkirin. Terora girtin û binçavkirinê li dijî HDP'ê û bombekirina qadên gerîla çêbûn. Li aliyekî qirkirina siyasî, li aliyê din qirkirina eskerî.

Destpêka pêvajoya reş û tarî ya herî berbiçav jî qetilkirina serokê Baroya Amedê Tahir Elçî bû. Di 28'ê Mijdarê de li navçeya Amedê, Sûrê li cihê dîrokî ew qetil kirin. Her kesî dizanîbû bê çima ew qetil kirin. Ji ber ku Tahir Elçî gotibû; PKK ne rêxistineke terorê ye ev tişt bi serê wî de anîn. Destpêkê lînc kirin, piştre kirin nezaretê û paşê jî kuştin. Piştî kuştina wî jî Suleyman Soylû ango wezîrê karê hundur ê Dewleta Tirk diyar kir ku êdî kes wê nema karibe navê PKK'ê bîne ser ziman. Mirov ji wê daxuyaniyê fêm dike ku yên biryara qetilkirina Tahir Elçî dane, Suleyman Soylû û kesên wekî wî yanî hêzên tarî ne. Bi vî rengî pêvajoya reş û tarî li Kurdistanê dest pê kir. Di 2'ê Kanûna 2015'an de jî li navçeya Amedê, Sûrê qedexeya derketina derve ragihandin û Dewleta Tirk dest bi êrişên dagirkerî û qirkirinê kir. Li dijî wan êrişên hovane jî keç û xortên Kurd jî berxwedaneke dîrokî nîşan dan. Li dijî tank û topên dewletê, bedena xwe kirin mertal û heta fîşeka xwe ya dawî şer kirin. Fermandarê Sûrê, Çiyager û hevalên wî ji bo parastina gel û cihên dîrokî canê xwe feda kirin.

Polîs û eskerên Dewleta Tirk li pêş çavê cîhanê devera dîrokî ya Sûrê bi erdê re kir yek. Serokwezîrê wê demê Ahmet Davûtoglû gotibû, em ê Sûrê bikin wekî bajarê Toledo yê Spanyayê. Bi vî rengî fermana xerakirina Sûrê dabû. Dema ku li Sûrê van êrişan dewam dikir, li Cizîra Botan, Nisêbîn, Silopya, Hezex û Şirnexê jî di 14'ê Kanûnê de qedexe ragihandin. Dewleta Tirk çete û hêzên xwe yên paramîlîter şandin wan deran jî. Berxwedana li dijî dagirkeriyê bi mehan dewam kir. Dewleta Tirk fermana anîna qirra Kurdan dabû û her roj mirov dihatin qetilkirin. Hinekan li dijî dagirkeriyê cihê xwe girtin û bûn şervan. Hinekan jî ji neçarî cih û warê xwe terikandin. Piştî bi çend mehan jî bajar û navçeyên dîrokî yên Kurdan bi erdê re kirin yek. Bi sedan şervan di şerê li dijî dagirkeriyê de şehîd bûn. Hê jî cenazeyên wan di bin xirbeyan de ne. Hinek cenaze li goristanên bêkesan hatin veşartin û hin cenaze jî wenda ne.

Li ser pêvajoya wê demê gelek hat nivîsandin û gelek şirove hatin kirin. Dewleta Tirk û çapemeniya wê ji bo ku êrişan rewa nîşan bidin, avakirina rêveberiyên xweser kirin hincet. Hin Kurd jî bi vê xapiyan û digotin, avakirina rêveberiyên xweser xelet bû. Her wiha digotin, HDP'ê pêvajoya aştiyê bi dawî kiriye. Kesên wiha difikirîn hebûn û hê jî yên difikirin hene. Ma qey nabînin ku yê biryara tecrîdê da û dawî li hevdîtinên çareseriyê anî, Erdogan bû. Ma qey nabînin ku yê xwe li hêzbûna HDP'ê ranegirt û hilbijartin dubare kir, Erdogan bû.

Ji bo wan rojan, tişta ku were gotin, eşkere û zelal e. Berxwedaneke dîrokî çêbû û di vê berxwedanê de Dewletê dît ku Kurd serî natewînin. Bajar û navçeyên Kurdan xera bûn û bi sedan şehîd dan, lê serî netewandin. Her kesî dît ku yê ewqas hovîtî kir, dewlet bû û yê ku zilm lê hat kirin Kurd bûn. Li şûna ku em bêjin, ma wextê avakirina rêveberiyên xweser bû, em bêjin, çima em ne li kêleka fermandar Çiyager bûn! Di wê berxwedanê de me ew ciwan bi tenê hiştin û eger em jî li wir bûna wê encam bi heybettir bûya.

Aslan ASLAN

https://kurmanci.ozgurpolitika.com/nuceya-cima-em-ne-li-wir-bun-7722

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Çend Kurdistan hene?

Parsekî

Niha dema wê ye