Sala Korona
Em bi nexweşiya vîrusa korona ketin sala 2020'an. Ev nexweşî ji bajarê Wûhan ê Çînê derket û li tevahiya dinyayê belav bû. Destpêkê çavê her kesî li ser welatê Çînê bû. Lê bi demê re ango piştî bi çend mehan nexweşî giha welatên din. Piştî ku nexweşî li dinyayê belav bû, li Çînê kêm bû û hema bêje bi dawî bû. Tişta ecêb jî ew e ku devera nexweşî jê derket bi carekê re hat jibîrkirin. Destpêkê ewqasî bi nav û deng bû û piştre ji rojevê derket. Niha jî di rêza 82'an de cih digre. Ango li Çînê di nava salekê de nêzî 5 hezar kes ji ber vîrusê mirin û 87 hezar kes jî bi nexweşiyê ketin. Îro li cîhanê zêdetirî 82 milyon kesî bi nexweşiya vîrusa korona ketine. Milyonek û 800 hezar kes jî pê mirine. Ji bo vê nexweşiyê gelek çîrok û çîvanok hatin gotin. Hinek dibêjin, ev nexweşî şerekî biyolojîk e. Ango Emerîkayê li dijî Çînê ev şer da destpêkirin û Çînê jî ev nexweşî li dinyayê belav kir. Jixwe, ji ber nexweşiyê herî zêde mirin li Emerîkayê çêbûne. Heta niha qederê 350 hezar kesî li wi...