Siyaseta Jiyan û Mirinê



Partiya Demokratîk a Gelan HDP'ê 8 salên xwe tijî kirin. Lê wekî ku 80 sal berê hatibe avakirin siyaset meşand. Yanî di nava 8 salan de gelek guhertin pêk anîn. Cara pêşî di hilbijartina 7'ê Hezîrana 2015'an de HDP ket hilbijartinê. Bi vê hilbijartinê re HDP'ê benda hilbijartinê ya deh ji sedî derbas kir û ket meclisa Tirkiyê. 80 Parlementerên ku çûn meclisê jî ne tenê Kurd bûn. Ji Ermenî heta Suryaniyan bi dehan nûnerên bawerî û nasnameyên cûda çûn meclisa Tirkiyê. Vê yekê sedema avakirina komara Tirkiyê lerizand. Ji ber ku Komara Tirk li ser yek al, yek ziman û yek qewmî hatibû avakirin. Çi kesî ji derveyî xwe jî qebûl nake. Lê HDP'ê ev yek xera kir. Ew komara ku di sala 1923'an de hatibû avakirin di hilbijartina 7'ê Hezîrana 2015'an de dawiya wê dihat. Vê yekê hem Dewleta Tirk, hem jî Erdogan aciz kir. Lewma jî xwe li encaman ranegirtin û careke din hilbijartin dubare kirin. Piştî bi 5 mehan hilbijartin çêbû û careke din HDP bi serket. Di heman salê de di şexsê HDP'ê de êrişên bi aramnca qirkirin û dagirkeriyê jî zêde bûn. Li aliyekî pîlana çokdanînê meşandin, li aliyê din jî bajar û navçeyên Kurdan bi erdê re kirin yek. Bi DAIŞ'ê re komkujî li Enqere, Amed û Dîlokê pêk anîn. Yanî tam rewşeke aloz û tarî derket. Piştî bi salekê jî dest danîn ser şaredariyên HDP'ê. Hevserok û parlementerên wê avêtin zindanan.

Ji sala 2015'an û vir ve deh hezaran endam, rêveber, parlementer û hevşaredarên HDP'ê hatin girtin. Armanc ew bû ku HDP'ê ji qada siyasetê dûr bixin. Lê nekarîn vê yekê pêk bînin. Ji ber ku HDP li ser bingehek qewîn hatibû avakirin. Ev bingeh jî ji partiyên destpêkê yên Kurdan heta îro tê. Di salên 1990'î de jî kesî nikarîbû bi rehetî siyaseta Kurdî bike. Siyaseta Kurdî çakêtek ji agir bû û kê li xwe kiriba dizanîbû dişewite. Lê tevî vê yekê jî bedelên giran hatin dayîn. Îro jî heman siyaset li ser HDP'ê heye. Di 5 salên dawî de tiştek nema ku bi serê vê partiyê neanîn. Avahiyên wan şewitandin, endamên wan qetil kirin, girtin, binçavkirin û êşkence bêsînor hat kirin. Vê dewletê dixwest wilo bike ku kes nikaribe bibe endam û rêveberên HDP'ê. Lê dîsa jî avahiyên HDP'ê vala neman. Ji bo HDP'ê reş bikin li pêşiya avahiya HDP'ê ya Amedê hin malbat dan rûniştandin. Ew malbatên ku qaşo zarokên wan bûne gerîla zêdetirî salekê ne li pêşiya avahiya partiyê ne. Dewletê digot ew ê ev yek bibe sedem ku kes nêzî HDP'ê nebe. Lê hejmara wan malbatan tenê bi çend kesan bi sînor ma. Bi pereyan wan malbatan li wê derê dan rûniştandin. Erdogan hevjîna xwe şand cem wan malbatan. Piştre jî ewqas wezîr û kizîrên AKP'ê çûn, lê encam bi dest nexistin. Li dijî HDP'ê gelek rê û rêbaz ceribandin, dîsa jî nekarîn hêza wê bişkînin. Di pêvajoya 5 salên dawî de AKP'ê nekarîbû HDP'ê perçe bike, lê ew bi xwe perçe bû. Îro AKP bi awayekî fermî bûye sê perçe. 2 partiyên din ji AKP'ê hatin avakirin. MHP jî bi heman rengî bû 2 perçe.
Sedema ku HDP li ser piyan disekine hêz û îradeya Rêber Apo ye. Eger were bîra we di navbera salên 2013 û 2015'an de Rêber Apo bi hevserok û parlementerên HDP'ê re dehan hevdîtin pêk anîn. Rêber Apo di wan hevdîtinan de perspektîfên hêja da HDP'yiyan. Çiqas kesê cûda hebûn Rêber Apo ew li nava HDP'ê anîn cem hev. Reng, ziman, bawerî û qewmê wan çi dibe bila bibe li eniyekê têkoşînek meşandin. Îro jî ev yek heye. Her yek bi rengê xwe di nava HDP'ê de siyasetê dike. Lê armanca wan yek e. Ji bo paşeroja Tirkiyê ku her kes karibe bi awayekî azad bijî û fikrê xwe bîne ziman siyaset tê kirin. Ev siyaset ji bo jiyanê ye.
Partiya ku îro li Tirkiyê siyasetê li ser jiyanê dimeşîne HDP ye. Partiyên din ji bo mirin, koçberî û alozî dewam bikin siyaseta xwe dimeşînin. Dema ku tezkereya şer tê meclisê ji bilî HDP'ê partî hemû erê dikin. Partiya ku karibe hêvî bide xelkên Tirkiyê tenê HDP ye. Kî dixwaze li Tirkiyê di xeta şoreşger, demokrat û welatparêziyê de bimeşe cihê wî-wê li nava HDP'ê ye.

ASLAN ASLAN

https://kurmanci.ozgurpolitika.com/nuceya-siyaseta-jiyan-u-mirine-5974

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Çend Kurdistan hene?

Parsekî

Niha dema wê ye