Sed salên din
Piştî şerê yekemîn ê cîhanê li Rojhilata Navîn guherînên girîng çêbûn. Yek ji wan guherînan jî bi peymana Sykes Pîcot re hat erêkirin. Ev peyman 104 sal berê hat îmzekirin. Bi vê peymanê re Fransa û Îngilîstanê rojhilata navîn di navbera xwe de parve kirin. Piştî bi çend salan peymana Sevrê hat îmzekirin. Ev peyman jî tam beriya bi sed salî hat çêkirin. Di encamê de Kurdistan hat parçekirin. Heman salê komara Tirkiyê hat avakirin. Di avakirina komarê de mebûsên Kurd jî hebûn û wekî mebûsê Kurdistanê dihatin binavkirin. Her wiha li meclisa Tirkiyê der barê otonomiya Kurdistanê de pêşnûme-qanûnek di 10'ê Sibata 1922'an de hat qebûlkirin. Lê piştî bi salekê peymana Lozanê hat îmzekirin. Bi vê peymanê re jî statuya Kurd û Kurdistanê ji holê hat rakirin. Dewleta Tirk destûra bingehîn di sala 1924'an de çêkir û bi vê destûrê re zimanê Kurdan, çanda wan û hebûna wan înkar kirin. Bi destûra bingehîn a 1924'an re bi temamî înkara Kurdan zelal bû. Di salên pey re jî bi sînoran Kurd û Kurdistan perçe kirin. Kurdan li dijî înkar û tinekirinê serî netewandin û riya berxwedanê hilbijartin. Ev berxwedan heta îro jî nesekinî.
Îca tişta ku di bîra min de maye ez behsa wê bikim. Di salên 1990'î de her tişt qedexe bû. Kurdan nekarîbû li kolanan çalakiyekê bikin. Wextekî ji niha dijwartir bû. Kê berê xwe dida doza Kurdî dihat girtin û qetilkirin. Welatparêzên ku behsa Kurdîtiyê dikirin qetil dikirin. Rojnamevanên ku rastî radigihandin qetil dikirin. Parlementerên Kurd qetil dikirin. Wekî din bi hezaran kes ji aliyê hêzên tarî yên Dewletê ve hatin revandin û qetilkirin. Tam di wextekî wilo de serhildanên Kurdan dest pê kirin. Ji Cizîra Botan heta Nisêbînê serhildanên ji bo Newrozê çêbûn. Li cihê ku faşîzm hebû serhildan pêwist bû. Kurdan li dijî tank û topan bedena xwe kirin sîper û canê xwe feda kirin. Serhildanên gel pêvajoyeke nû da destpêkirin. Vê yekê hişt ku tevlîbûna nava refên gerîla zêde bibe. Dewletê hêza gel û gerîla dît û neçar ma di sala 1993'an de agirbestekê ji PKK'ê bixwaze. Serokomarê wê demê Tûrgût Ozal xwest ku pirsa Kurd bi Rêber Apo re çareser bike. Lê hêzên tarî ev yek asteng kirin. Di sala 1994'an de 4 hezar gundên Kurdan vala kirin û şewitandin. Vê yekê rê li ber koçberiyeke mezin vekir.
Car caran di navbera rayedarên Dewletê û PKK'ê de hevdîtinên ji bo çareseriyê çêbûn û pêvajoyê wilo dewam kir. Car caran jî şer çêbû. Lê di encamê de şer û alozî bi dawî nebû. Ji ber ku armanca Dewletê her tim Kurdê serî tewandî û kole ye. Niha jî serokê rejîma faşîst Erdogan ji bo temamkirina vê projeyê li ser kar e. Erdogan dixwaze di sedsaliya van peymanan de Kurdan bi temamî ji holê rake. Erdogan her tim behsa 2023'an dike. Dixwaze heta wê demê çiqas maf û destketiyê Kurdan hebe tine bike. Ji bo vê yekê ye li Rojava êrişên dagirkeriyê pêk tîne. Ji bo vê yekê ye li Başûr dagirkeriya xwe berfireh dike. Ji bo vê yekê ye seranserê bakurê Kurdistan û Tirkiyê kiriye dojeh.
Li dijî vê dagirkerî, faşîzm û tecrîdê jî KCK'ê dest bi pêngavekê kir. Pêngava KCK'ê pir berfireh e, û tevahiya Kurd û Kurdistanê digre nava xwe. Ji daxuyaniya KCK'ê tê fêmkirin ku li Rojhilata Navîn hevsengiyên nû çêdibin. Ji bo Kurd karibin di hevsengiya nû de cihê xwe bigrin KCK'ê dest bi pêngavê kir. Di encama vê pêngavê de wê Kurd çarenûsa xwe diyar bikin. An wê sed salê din bê statu bimînin an jî wê bi ser bikevin. Divê partî, hêz û siyasetmedarên Kurd di ferqa vê yekê de bin û wekî sed sal berê parçebûyî tevnegerin. Eger Kurd stratejiyeke demdirêj deynin pêşiya xwe wê karibin di hevsengiya nû de cihê xwe bigrin. Îro Artêşa Kurdan heye, parlementer, hevşaredar û dîplomatên Kurdan hene. Ji aliyê siyasî û eskerî hatine radeyek ku dinya wan nas dike. Eger ev hêz bibe yek wê ev sedsala li pêşiya me bi destê Kurdan were diyarkirin. Niha dema wê ye.
ASLAN ASLAN
https://kurmanci.ozgurpolitika.com/nuceya-sed-salen-din-5444/
Yorumlar
Yorum Gönder