Kayıtlar

Ekim, 2020 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

Parsekî

Resim
Li Tirkiyê qeyraneke aborî, siyasî û civakî heye. Lê ya ku herî zêde dikeve rojevê qeyrana aborî ye. Ji bo ku em zanibin ev qeyran ji ku derê tê divê em li sedemên wê binêrin. Ya destpêkê ji ber polîtîkayên şer ên Dewleta Tirk e. Erdogan berê xwe daye Iraq, Sûrî, Lîbya û Ermenistanê û çeteyên xwe yên kirêkirî dişîne van deveran. Ji bo xwedîkirina van çeteyan jî pereyekî zêde lazim e. Ev pere jî ji bêrîka gel derdikeve û diçe ji çeteyan re. Lê niha di bêrîka gel de jî tiştek nemaye, lewma di van rojan de ti qîmeta lîrayê Tirk nemaye. Mesela di sala 2014'an de ku wê demê destpêka derketina çeteyan bû lêçûnên Artêşa Tirk 50 milyar bû. Ji wê demê heta niha ev butçe derket 200 milyarî. Dema ku Erdogan berê xwe da Sûrî çeteyên kirêkirî amade kirin. Li gorî agahiyan Erdogan pereyan dide 35 hezar çeteyan. Her meh 300 dolarî dide çeteyekî. Dema ku ev çete tên kuştin jî pere didin malbatên wan. Bi vî rengî her tim di destê Erdogan de çete hene û wan dişîne deverên ku dixwaze dagir bike. Li a...

Siyaseta Jiyan û Mirinê

Resim
Partiya Demokratîk a Gelan HDP'ê 8 salên xwe tijî kirin. Lê wekî ku 80 sal berê hatibe avakirin siyaset meşand. Yanî di nava 8 salan de gelek guhertin pêk anîn. Cara pêşî di hilbijartina 7'ê Hezîrana 2015'an de HDP ket hilbijartinê. Bi vê hilbijartinê re HDP'ê benda hilbijartinê ya deh ji sedî derbas kir û ket meclisa Tirkiyê. 80 Parlementerên ku çûn meclisê jî ne tenê Kurd bûn. Ji Ermenî heta Suryaniyan bi dehan nûnerên bawerî û nasnameyên cûda çûn meclisa Tirkiyê. Vê yekê sedema avakirina komara Tirkiyê lerizand. Ji ber ku Komara Tirk li ser yek al, yek ziman û yek qewmî hatibû avakirin. Çi kesî ji derveyî xwe jî qebûl nake. Lê HDP'ê ev yek xera kir. Ew komara ku di sala 1923'an de hatibû avakirin di hilbijartina 7'ê Hezîrana 2015'an de dawiya wê dihat. Vê yekê hem Dewleta Tirk, hem jî Erdogan aciz kir. Lewma jî xwe li encaman ranegirtin û careke din hilbijartin dubare kirin. Piştî bi 5 mehan hilbijartin çêbû û careke din HDP bi serket. Di heman salê d...

Sed salên din

Resim
  Piştî şerê yekemîn ê cîhanê li Rojhilata Navîn guherînên girîng çêbûn. Yek ji wan guherînan jî bi peymana Sykes Pîcot re hat erêkirin. Ev peyman 104 sal berê hat îmzekirin. Bi vê peymanê re Fransa û Îngilîstanê rojhilata navîn di navbera xwe de parve kirin. Piştî bi çend salan peymana Sevrê hat îmzekirin. Ev peyman jî tam beriya bi sed salî hat çêkirin. Di encamê de Kurdistan hat parçekirin. Heman salê komara Tirkiyê hat avakirin. Di avakirina komarê de mebûsên Kurd jî hebûn û wekî mebûsê Kurdistanê dihatin binavkirin. Her wiha li meclisa Tirkiyê der barê otonomiya Kurdistanê de pêşnûme-qanûnek di 10'ê Sibata 1922'an de hat qebûlkirin. Lê piştî bi salekê peymana Lozanê hat îmzekirin. Bi vê peymanê re jî statuya Kurd û Kurdistanê ji holê hat rakirin. Dewleta Tirk destûra bingehîn di sala 1924'an de çêkir û bi vê destûrê re zimanê Kurdan, çanda wan û hebûna wan înkar kirin. Bi destûra bingehîn a 1924'an re bi temamî înkara Kurdan zelal bû. Di salên pey re jî bi sînoran ...