Rih û Dilê Bagokê...
Demsala biharê bû û bêhna nêrgizan ji çiyayên Kurdistanê dihat. Hewayek paqij xwe li min pêça bû. Bi eşq û heyecanek mezin ez li benda hevalan bûm. Piştî çend deqeyê din 2 kes bi cilê sivîl ji dûr xûyakirin. Hevalê min got wa hatin. Yên ku dihatin yek ji wan jî Akîf bû. Cara pêşî bû ku min Akîf didît. Piştî silav û pirsan me dest bi civatê kir. Ji ber ku hevalek rû bi ken bû di cih de samîmiyeta me bi hev re çêbû. Jixwe dema ku dikeniya çavên wî yê hûrik winda dibûn û ev yek jî moral dida min. Bi qasî saetekê em li cem hev man û piştre em vegeriyan. Lê di rojên pêş de dîsa derfet çêbû û me hev dît.Xebat û hewldanên wî
Hevalekî jêhatî û bi xwe bawer bû. Dema diaxivî cesaret dida min jî. Digot em ê welatê xwe ji dagirkeran paqij bikin û ewê polîs û leşker nikaribin li bajarê me Nisêbînê li gorî dilê xwe bigerin. Xebat û hewldana wî azadiya welat bû. Axaftina wî heyecan û cesaretek mezin dida min. Her ku diaxivî ez bi hêz dibûm. Êdî ez bibûm şagirtekî wî. Baweriya wî bi min dihat û hez ji min kiribû. Her ji heftê carekê me li çiyayê Bagokê hev didît. Eşqa çiya li dilê min dabû û hebûna wî li wê derê hêviyek dida min. Jixwe ev hevdîtinên me bingeha şoreşgeriya ciwaniya min avakir. Rojekê heval Akîf bi telefonê li min geriya û got ewê ji bo demekê ne li cihê xwe be. Piştî bi demekê heval Akîf ji Bagokê çû û cihê xwe ji hevalê Kendal û Rodî re hişt. Danûstandina min bi heval Kendal û Rodî re jî dewam kir.
Fermandarekî mezin
Di cotmeha sala 2003’an de ez hatim girtin. Dema ku ez di binçavan de bûm tim û tim pirsa Akîf ji min dikirin. Wê demê min fêmkir ku bê çiqas li pey Akîf in û dixwazin wî bigrin. Kî dihat binçavkirin û girtin ev pirs ji wan dikirin. Polîs û leşkerên Dewleta Tirk dixwestin Akîf bigrin. Wan digot Akîf gelek leşkerên me kûştine û zirarên mezin daye me. Piştî bi çend mehan ez ji girtîgehê derketim, lê careke din min ne Akîf dît û ne jî pêjna wî kir. Têkiliya min bi heval Kendal û Rodî re heta demekê dewam kir. Heval Kendal yek ji wan hevalan bû ku li Bagokê me hev didît. Lê danûstandina min bi Kendal re dirêj dewam nekir. Kendal di 16’ê Gulana 2005’an de li navenda Sêrtê dikeve kemîna polîsan û neçar dimîne ku şer bike. Li ser bangên teslîmbûnê heta dawî şer dike û şehîd dikeve.
Heta dawiyê şer kir
Hevalek din yê ku min ji Bagokê nasdikir Rodî Tendurek bû. Heval Rodî jî mirovek zana û jîr bû. Ew jî di 24’ê Hezîrana 2005’an de li herêma di navbera Midyat û Hezexê di kemîna leşkeran de şehîd dikeve. Kendal û Rodî li pey hev şehîd ketin. Ji bîranînên min yê wê demê jî bi tenê Akîf mabû. Lê careke din derfet çênebû ku em hev bibînin. Car caran derbarê wî de min agahî digirt, lê dîtina wî çênebû. Sala derbasbûyî min bihîst ku hatiye herêma Bagokê. Tirs û gumana min ew bû ku vê carê têkeve destê dijmin. Ji ber ku dijminê gelê Kurd li pey wî bû. Di 13’ê çileya 2013’an de ango roja yekşemê agahiyek şerekî dijwar li navenda Nisêbînê hat ji mere. Demek dirêj bû ku şerekî bi vî rengî li Nisêbînê çênebibû. Ber bi êvarî ve ev agahî zelal bûn û hat gotin ku gerîlayê HPG’ê Mehmet Şîrîn Cebe ango bi navê din Akîf di encama vî şerê dijwar de şehîd ketiye. Di nava rojê de polîs û tîmên taybet bi hemû hêza xwe mala ku Akîf lê dima dorpêç kiribû. Akîf nêzî saetekê şer dike û di dawiya dawî de jî piştî ku gule û cebilxaneyên wî diqedin ji bo ku bi saxî nekeve destê dijmin bombeya xwe bi xwe de diteqîne.
Dijmin negihişt armanca xwe
Ji bo kuştina Akîf ev dewleta kujer çi ji destê wê hat kir. Bi salan bû ku li pey Akîf bû. Ji bo kuştin û girtina wî her rê û rêbaz bikaranîn. Lê di dawiya dawî de jî negihîştin armanca xwe. Akîf şehadeta xwe jî bi destê xwe kir. Ji bo ku vê kêfxweşiyê nede wan biryara bêmiriniya xwe bi xwe da. Dijminê gelê Kurd digot an bi saxî an jî kuştî emê wî bi dest bixin. Ji ber ku di hedefa wan de bû. Lê Akîf digot “Dibe ku bi kuştî ez têkevim destê we, lê bi saxî hûn di xewna xwe de jî nabînin, ev yek ji were nabe qismet…” Ev helwest û berxwedana Akîf ruhê fedakar yê PKK’ê nîşan dide. Gelek hevalên mîna Akîf ji bo ku nekevin destê dijminê xwe wan bi xwe dawî li jiyana xwe anîne. Ev yek jî cesaret û şoreşgeriya mîlîtanbûyîna PKK’ê eşkere dike.
Rihê şoreşgeriyê
Şoreşgeriya Akîf jî di salên destpêkê yê PKK’ê de çêbibû. Di sala 1988’an de li çiyayê Bagokê di kemîna Artêşa Tirk de 22 gerîlayên PKK’ê tên qetilkirin. Ev bûyer tesîrek mezin li Akîf dike. Jixwe welatparêziya wî wê demê dest pê dike. Akîf wê demê navê xwe jî li Bagokê dineqişîne. Serhildana Nisêbînê û salên 1990’î jî dibe sedem ku ruhê şoreşgeriyê bi Akîf re xurt bibe. Lê di wan salan de zext û zora Dewleta Tirk jî zêde dibe. Ji ber vê sedemê neçar dimîne ku biçe Ewropayê. Lê welatên sar û cemidî dilê wî germ nake. Piştî bi demekê biryara xwe ya vegera welat dide. Vê biryarê jî wekî çûyîna çiyayên Kurdistanê digre dest. Akîf nêzî 20 salên xwe li çiyayên Kurdistanê derbas dike. Çiya bi çiya digere û ti dever namîne ku lê namîne. Di her gava xwe de hê bêtir nêzî azadiya welat dibe. Diçe cem Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rastiya Rêbertiyê ji nêz ve dibîne. Ev yek jî hê bêtir wî li têkoşînê girêdide.
Moralekî mezin
Bi taybetî dema ku Akîf li herêma Bagokê bû ev yek nerehetiyek dida dijminê gelê Kurd. Gelek caran dewlet sîxûrên xwe dişînin ji bo ku wî têxin kemînê lê bi ser nakevin. Lê rojekê jî dikeve kemîna leşkerên Tirk. Artêşa Tirk hemû hêz û leşkerên xwe dişîne deşta Nisêbînê. Bi qasî 24 kîlometreyan kemînek tê dayîn. Akîf fêm dike bi ku ve jî biçe xelas nabe. Di wê demê de dibêje têkoşîna min li vir bi dawî dibe, ne mimkûne ku ez bi saxî xelas bibim. Bi pîmê bombê digre ku dawî li jiyana xwe bîne. Lê dema ku tanq û topê wan êrîş dikin bi şaşî 7 leşkerên xwe dikûjin. Bi qasî hefteyekê Akîf di dorpêça leşkeran de diçe û tê û dawî jî xelas dibe. Lê dema hevalên wî di bêtêlan de diaxivin dibêjin agahî ji Akîf nayê girtin. Di dema axaftina bêtêlan de ev deng diçe leşkeran jî. Li ser vê yekê leşkeran yekî digrin, li gundên der û dorê digerînin û ji bo ku gundiyan bêmoral bikin dibêjin me Akîf girtiye. Piştî bi demekê Akîf derdikeve holê û bi hebûna xwe moralek mezin dide gundiyên herêmê. Jixwe Akîf tenê dizane bê 7 leşkerên Artêşa Tirk çawa hatine kuştin. Vê çîroka xwe jî ji hevalên xwe re dibêje. Akîf bi henekî dibêje ya girîng ew e bêyî ku mirov çek û cebilxane bikarbîne dikaribe leşker bikûje.
Warê şoreşgeran
Çiyayê Bagokê ji gelek şervan û milîtanên PKK’ê re bû mesken. Gelek qehreman û şoreşger di ser vî çiyayî re derbasbûn. Bagok jî bi heybeta xwe dilê xwe ji gerîlayên PKK’ê re vekir. Ew çiya gelek şervan di hembêza xwe de bi cih kir. Qehremanên wekî Akîf jî ji wî çiyayî derketin. Bagok cihê şêr û şervanan e. Belê heval Akîf, piştî çûyîna te ji bo te nivîsandin zehmet be jî ev yek deynê min e. Nizanim ezê çiqasî karibim vî deynê xwe bidim. Lê bila dilê te rehet be. Bagok bêxwedî namîne û ewê qehremanên mîna te ji wir qûtnebin. Heval û hogirên te we şûna te vala nehêlin.
Oxir be ji tere ruh û dilê Bagokê…
Oxir be ji tere ciwanê serhildêr ê Nisêbînê…
18-01-2013
Aslan ASLAN
http://yeniozgurpolitika.net/rih-u-dile-bagoke-akif-dogan/
Yorumlar
Yorum Gönder