Palpiştên Faşîzmê

Car caran têkiliyên Dewleta Tirk û Ewrûpayê xera dibin. Lê wekî ku tiştek nebûye dîsa ev têkilî dewam dikin. Erdogan gelek caran li pêşberî kamerayan gotinên giran li Ewrûpayê kirin û heta gef lê xwarin. Piştî van gotinên Erdogan jî bûyerên xerab li Ewrûpayê qewimîn. Lê tevî vê yekê jî rayedarên Ewrûpayê stûyê xwe li ber Erdogan xwar dikin û heta diçin ber lingê wî. Mînaka dawî jî serdana rayedarên Ewrûpayê bû. Serokê Konseya Yekîtiya Ewrûpayê Charles Michel û Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewrûpayê Ursula Von Der Leyen çûn Enqerê û bi Erdogan re hevdîtin kirin. Bi vê hevdîtinê re teqleke din dan Erdogan. Ew Erdoganê ku piştî bûyera li Garê ketibû çiravê. Rayedarên Ewrûpayê bi hawara wî ve çûn û nefesek dan wî. Ev hevdîtin gelekî hat rexnekirin. Ji parlementeran heta siyasetvanên Ewrûpayê, gelek kesan nerazîbûna xwe anî ziman. Komek parlamenterên Parlamena Ewrûpayê beriya wê hevdîtinê, nameyek jî ji Charles Michel û Ursula Von Der Leyen re şandin. Di wê nameyê de jî rewşa xerab a li Tirkiyê...