Dewleta çete û mafya

Çetebûna Dewleta Tirk ji salên 1990'î ve bi awayekî berbiçav xuya dike. Bi ferman û organîzeya Dewletê komên çete û mafya hatin birêxistinkirin. Hin rayedarên di nava Dewletê de ji bo vê yekê hatin erkdarkirin. Van çete û mafyayan karên qirêj ên Dewletê meşandin. Ji wan re Dewleta kûr jî tê gotin. Rêxistina JÎTEM'ê ya salên 1990'î jî yek ji şaxê vê Dewleta kûr bû. JÎTEM di wan salan de li dijî tevgera azadiyê ya Kurdistanê û welatparêzên Kurd di nava tevgerê de bû. Vê rêxistinê li Kurdistanê bi sedan kuştin, revandin û êşkence kir. Ev rêxistin ser bi ser polîs û cendermeyan bû. Çi devera ku xwestiba dikarîbû bikeve wir û derkeve. Wekî Gladyoya NATO'yê. Di sala 1996'an de bi navê Sûsûrlûkê beşek ji koma çete û mafya deşîfre bû. Piştre derket holê ku ev koma cinayetê yekser girêdayî dewleta Tirk e. Ango girêdayî wezîrê karê hundir ê wê demê Mehmet Agar e. Rayedarên Dewletê yên wê demê ji aliyê aborî û îdarî hemû derfetên dewletê xistibûn xizmeta komên çete û mafya. L...