
Rih û Dilê Bagokê... Demsala biharê bû û bêhna nêrgizan ji çiyayên Kurdistanê dihat. Hewayek paqij xwe li min pêça bû. Bi eşq û heyecanek mezin ez li benda hevalan bûm. Piştî çend deqeyê din 2 kes bi cilê sivîl ji dûr xûyakirin. Hevalê min got wa hatin. Yên ku dihatin yek ji wan jî Akîf bû. Cara pêşî bû ku min Akîf didît. Piştî silav û pirsan me dest bi civatê kir. Ji ber ku hevalek rû bi ken bû di cih de samîmiyeta me bi hev re çêbû. Jixwe dema ku dikeniya çavên wî yê hûrik winda dibûn û ev yek jî moral dida min. Bi qasî saetekê em li cem hev man û piştre em vegeriyan. Lê di rojên pêş de dîsa derfet çêbû û me hev dît. Xebat û hewldanên wî Hevalekî jêhatî û bi xwe bawer bû. Dema diaxivî cesaret dida min jî. Digot em ê welatê xwe ji dagirkeran paqij bikin û ewê polîs û leşker nikaribin li bajarê me Nisêbînê li gorî dilê xwe bigerin. Xebat û hewldana wî azadiya welat bû. Axaftina wî heyecan û cesaretek mezin dida min. Her ku diaxivî ez bi hêz di...