Çala Mirinê
Gotina "Çala Mirinê" ji aliyê Rêber Apo ve hatiye bikaranîn. Ev pênase ji bo girtîgeha li girava Îmraliyê hatiye gotin. Ev girtîgeha ku li giraveke Tirkiyê ye di sala 1935'an de hatiye avakirin. Di sala 1961'ê de jî serokwezîrê Tirk Adnan Menderes li vê girtîgeha girava Îmraliyê hat bidarvekirin. Derhênerê Kurd Yilmaz Guney jî demekê li vê giravê hat ragirtin. Herî dawî jî Rêber Apo di sala 1999'an de dîl hat girtin û ji wê rojê ve li wê derê tê ragirtin. Girtîgeha li girava Îmraliyê deverek e ku bi taybetî ji bo tecrîdkirina mirovan hatiye çêkirin. Dema ku Rêber Apo hate girtin, ew birin wê derê. Di ketina hundirê girtîgehê de generalekî Emerîkî, rayedarekî ji Konseya Ewrûpayê û parlamenterekî MHP'ê Rêber Apo pêşwazî dikin. Pêşwazîkirina hersê kesan, wateyeke xwe heye. Ji ber ku Rêber Apo bi xwe jî dehê caran gotiye, Îmrali girêdayî Emerîka û Ewrûpayê ye û Dewleta Tirk jî nobedariya wê dike. Lewma jî dema ku Ocalan hat radestkirin, cezayê îdamê li Tirkiyê hat...