Kayıtlar

Şubat, 2021 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

Lehengên Garê

Resim
Têkçûna Artêşa Tirk a li Garê hê jî di rojevê de ye û xuyaye ku wê demek dirêj jî di rojevê de bimîne. Tişta ku Erdogan û berdestikên wî xeyal dikirin, pêk nehat. Bi hezaran esker şandin Garê û ewqasî qiyamet rakirin, lê têk çûn. Gerîlayên Kurdistanê careke din nîşan dan ka çiqas teknîka Dewleta Tirk hebe jî wê nikaribe hêza gerîla têk bibe. 15 gerîlayan bi canê xwe ev yek îspat kirin. Bi saya wan gerîlayan îro em behsa wê berxwedanê dikin. Ew gerîla bûn nasnameya Garê. Her yek ji wan li dijî Artêşekê şer kirin. Yek ji wan gerîlayan jî Şoreş bû. Gerîla Şoreş di bin 6 balafirên keşfê, balafirên şer û helîkopterên Kobra de diçe ser girekî û dagirkeran têk dibe. Eger em behsa Garê bikin, divê her dem em wan lehengan bi bîr bînin. Şerê li Garê bi serê xwe efsane û destanek e. Ew şer dikare bibe film û pirtûk. Heq dike ku her tişt ji bo Garê were kirin. Ew şerê ku 4 rojan dewam kir, kêlî bi kêlî divê were vegotin. Di sedsala 21'ê de gerîlayên ku teknîka herî pêşketî bi erdê re kirin yek...

Li Garê ketin gorê

Resim
Serokomarê Tirk Erdogan di 9'ê Sibatê de eşkere kir ku ew ê di sala 2023'an de biçin ser heyvê. Piştî bi rojekê jî got ew ê roja çarşemê mizgîniyekê bide. Heman rojê li herêma Garê ya Başûrê Kurdistanê Artêşa Tirk dest bi tevgera dagirkeriyê kir. Her kesî jî fêm kir ku mizgîniya Erdogan têkildarî vê tevgera dagirkeriyê ye. Li gorî hin çavkaniyan agahiya ku Murat Karayilan û Duran Kalkan li wê herêmê ne, gihîştiye Erdogan. Lewma ji bo girtin yan jî kuştina wan ev tevgera dagirkeriyê dan destpêkirin. Lê hin tiştên ku ne li bendê bûn, hebûn. Di roja pêşî de Artêşa Tirk derb xwar. Fermandarên payebilind hatin kuştin û vê yekê moralê Artêşê û çapemeniya Tirkan xera kir. Li dijî herêma Garê balefir û helîkopter hatin bikaranîn. Ji hewa û erdê ve herêm bombe kirin. HPG'ê wê demê eşkere kir ku bombe li ser kampa êsîrên şer dibarînin. Piştî vê daxuyaniya HPG'ê, Artêşa Tirk neçar ma ku bêje ew ji bo rizgarkirina êsîrên şer çûne Garê. Ev yek ji bo şaşkirina hedefê bû. Eger qaşo ji...

Xeta Sêyemîn

Resim
Li Rojavayê Kurdistanê dema ku şoreşê dest pê kir, Kurd ne li cem rejîma Sûrî ne jî li cem dijberên rejîmê sekinîn. Kurdan bi xwe eniyek ava kir û ev jî xeta sêyemîn bû. Mîmarê xeta sêyemîn jî Rêber Apo ye û ev jî xeta demokrasiyê ye. Xeta sêyemîn jî li Rojava ket pratîkê. Kurd û pêkhateyên bi wan re, li ser hîmê azadî û demokrasiyê tevgeriyan. Dewlet yan jî hêzeke navneteweyî nedan pişta xwe. Her tişt bi îradeya xwe kirin. Ev xeta sêyemîn hê jî di Şoreşa Rojava de heye û xelkê li wir li gorî wê dimeşe. Rêber Apo ji bo çareseriya aloziya li Rojhilata Navîn di xeta sêyemîn de israr dike. Rêber Apo tîne ziman ku Rojhilata Navîn di nava agir de ye û çareseriya wê jî divê qewîn be, ev yek jî xwe dispêre hêza gelan û têkoşîna wan a xeta sêyemîn. Rêber Apo ji sala 2004'an ve di nivîs û hevdîtinan de li ser xeta sêyemîn nirxandinan dike. Ew dibêje, xeta sêyemîn xwe disipêre lêgerîna gelan a ji bo demokrasî û azadiyê. Her wiha di bingeha xeta sêyemîn de civak heye. Ev xet Serbixwe ye, azad...

Niha dema wê ye

Resim
Bi fermana serokomarê Tirk Erdogan, di 1'ê Çileyê 2021'ê de li çar zanîngehên Tirkiyê qeyûmên AKP'ê wekî rektor hatin bicihkirin. Ango çar zanîngeh hatin dagirkirin. Yek ji wan zanîngehan jî ya Bogazîçî ye. Lewma jî ji serê salê û vir ve li zanîngeha Bogazîçî ya Stenbolê çalakiyên xwendekaran hene. Xwendekarên li zanîngehê li dijî qeyûmê AKP'ê rabûne ser piyan. Ev çalakî heta niha jî dewam dikin û li gelek bajarên Tirkiyê jî belav bûne. Tirsa desthilatdariya AKP-MHP'ê jî ew e ku ev nerazîbûn bibe wekî ya dema berxwedana Geziyê. Ji ber ku gelek hunermend, rewşenbîr û kesayetên navdar ên Tirkiyê jî nerazîbûna xwe li dijî qeyûmê AKP'ê tînin ziman û piştgirîiyê didin çalakiyên xwendekaran. Rektorê ku zanîngeh dagir kiriye, navê wî Melîh Bûlû ye. Eger em li kesayeta wî binêrin zilamê Erdogan e. Ji sala 2002’yan û vir ve bi AKP'ê re dixebite. Di wê salê de li Stenbolê di avakirina navendên AKP'ê de cih girtiye. Di sala 2009'an de xwe kir bernamzetê şaredar...