Kayıtlar

Ocak, 2020 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

Sal bi sal xwezî bi par

Dema em biçûk bûn xeyalên me mezin bûn, Em mezin bûn, xeyalên me jî biçûk bûn... SAL BI SAL XWEZÎ BI PAR Salek din jî ji emrê me çû, ango me pişta salek din jî şikand. Her sala ku derbas dibe em jî pîr dibin. Yanî cîhana ku em têde ne jî pîr dibe. Ev pîrbûn kevinbûnê jî bi xwe re tîne. Li aliyekî dema tu dinêre di vê dema teknolojiyê de her tişt kêlî bi kêlî nû dibe. Lê li aliyê din di jiyana mirovan de dubarebûn heye. Teknolojiyê ji aliyekî ve jiyana mirovan hêsan kir, ji aliyekî ve jî mirov ji hev dûr xistin. Îro çi devera tu bixwazî tu dikarî xwe bigihînê. Yanî li ser înternetê her tişt di destê te de ye. Lê xuyaye ku ev yek jî mirovan têr nake. Lewma gelek kes ji jiyana xwe nerazî ye. Ji ber ku di her axaftinê de behsa cejnên berê, salên berê û dema berê tê kirin. Eger jiyan hesanî be çima mirov li demên berê digere. Îro di destê her mirovî de telefon heye. Telefon jî bê înternet nema bi kêr tên. Li gorî zanyaran jî wê di çend salên pêşiya me de mirov bê înternet nema karibe derkev...